Jina astengdar ji bo jinan derfetê kar afirand

  • 09:47 13 Çile 2020
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Benaz Ehmed ya astengdar, kariye bi projeyek biçuk hem debara jiyana xwe bike hem jî derfetê kar ji bo çend jinek din ku zanîngeh û peymangeh qedandine peyda bike.
 
Li navçeya Kelar a navenda îdareya  Germiyanê xwaringeh biçuk heye û komek jin têda kar dikin û xwarinên cûr bi cûr çêdikin. Xwediyê vê xwaringehê jina bi navê Benaz Ehmed e ku ji zigmakî ve her dû lingên wê felc bûne. Benaz Ehmed bi alîkariya rêxistina mafê mirov vê xwaringehê avakiriye. Di xwaringehê de ji bilî Benaz Ehmed derfetên kar ji bo çar jinên ku zanîngeh û peymangeh qedandine jî heye û tê de kar dikin.
 
Xwaringeha Benaz Ehmed li taxa Berdesûr a Kelarê ye. Ji bilî rojên Înê hemû rojên din vekiriye. Karmendên jin hîn di saetên zû yên sibehê de dest bi kar dikin. Di xwaringehê de zêdetir ji 20 cûrên xwarinê tên amadekirin. Ji vana xwarinên herî sereke dolme, biryanî, kifte, kobe, Şile û Birinc tên çêkirin. Ji bilî van xwarinan kulîce û şirînî jî tê pêşkêş kirin.
 
Her wiha goştê xwemalî jî bi çend cûrek ji bo mişteriyan tê amadekirin. Nirxê xwarinên li vê xwaringehê jî ji xwaringehên din erzantire. (ROJNEWS)