'Berhemên ku em sûdê ji wan wergirin em ê li gel belav bikin'

  • 09:03 13 Çile 2020
  • Ked/Aborî
Hesna Muhamad
 
ŞEHBA - Bi pêşengiya Kongreya Star li Şehbayê projeya çandina sîrê despêkir. Endam û Rêveberiyên Konreya Star têkîldarê projeya çandina sîran axivîn û gotin: "Niha em sîran diçînin, berhemên ku em sûdê ji wan wergirin em ê li gel belav bikin."
 
Sîr yek ji dermanên herî xwezayî ye û mirovan ji nexweşiyan diparêze. Di demsala zivistanê de li gelemperiya cîhanê demsala çandina sîran dest pê dike. Li Şehbayê jî Kongreya Star a herêma Efrînê dest bi projeya çandina sîrê kir. Têkîldarê projeya çandina sîrê Endam û Rêveberên Konreya Star a Efrînê axivîn.
 
'Berhemên em sûdê ji wan werigirin em ê li gel belav bikin'
 
Rêvebera Kongreya Star a Efrînê Zeyneb Xelîl behsa projeya çandina sîrê kir û wiha got: "Jinên Efrînê ji karên di nava axê de pir hezdikin û her dixwazin di nav karên çandiniyê de bin. Ji bo wê me pêwistî dît ku em projeya çandina sîran bidin despêkirin. Hemû endam û rêveberên Kongreya Star di vê projeyê de rolek sereke lîstin. Niha em sîran diçînin, berhemên ku em sûdê ji wan wergirin em ê li gel belav bikin. Em ê hewl bidin ku projeyên wiha berfirehtir bikin."
 
'Jin xwediyê ax û welatê xwe derdikeve'
 
Endama Kongreya Star Guneh Mistefa jî behsa komunalbûna xebatê kir û wiha domand: "Em weke jinên Efrînê bi jinên Şehbayê re bi yek ruhî bi hev re dibin alîkar û pêwistiyên hev temam dikin. Jin ji destpêka jiyana xwezayî heta roja îro bi axê tê nasîn. Jinê herdem pêşengtiya civakê kiriye û xwedî li ax û welatê xwe derketiye."
 
'Em jinên Efrînê bi ax û şînkahiyê re pir girêdayî ne'
 
Endama Kongreya Star Emîne Reşîd jî girêdana jinan bi axê re wiha anî ziman: "Em jinên Efrînê bi ax û şînkahiyê re pir girêdayî ne. Em niha li Şehbayê jî hêzkirina xwe ji axê re derdixînin holê û projeyên ku Kongreya Star dide pêşiya me em pêk tînin. Em tu caran westandinê nasnakin, em ê ji bo gelê xwe her karî bikin."