Hezar û 735 karker di sala 2019'an de jiyana xwe ji dest dane

  • 17:02 11 Çile 2020
  • Ked/Aborî
STENBOL - Meclîsa ÎSÎG'ê, rapora xwe ya cinayetên ser kar a sala 2019'an aşkera kir. Li gorî raporê di nav salekî de hezar û 736 karkeran jiyana xwe ji dest daye. 
 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê (ÎSÎG), rapora cînayetên ser kar a sala 2019'an de amade kiribû, li ber Operaya Kadikoy Sureyya bi daxuyaniyeke çapameniyê aşkera kir. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Endamê Lîjneya Rêveberiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSKÎ) Kanber Saygili, karkerên ku ji aliyê Şaredariya Uskudarê ya AKP'ê ve bêhincet hatibûn derxistin û gelek kedkar tevlî daxuyaniyê bûn. Rarpora ku bi ser navê "Em ê ji bi jiyîn û jiyandinê li ber xwe bidin" hatibû amadekirin, ji aliyê Endamê Meclisa ÎSÎG'ê Parêzer Onûr Denîz ve hat aşkerakirin. 
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji ber bêtedbiriya dewletê û karsazan, di sala 2019'an de hezar û 736 karkeran jiyana xwe ji dest daye û wiha hat gotin: "Li gorî vê yekê di nav karkerên ku jiyana xwe ji dest dane de 67 zarokên temenê wan di bin 15 salan de jî hene. Dîsa 112 karkerên penaber ên piraniya wan ji Sûriye û Afganistanê jî jiyana xwe ji dest dane."
 
Di raporê de jî gilî û gazincên karkeran jî hatin parvekirin û daxwazên wan ên mîna darizandina karsaz û bidawîkirina rêbazên şertên bêewle hatin rêzkirin.