Li şûna kisikên naylon kîsên caw çêdikin

  • 10:15 11 Çile 2020
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek jinên Helebceyî bi dildarî rojane çend saetan diçin navendekê û dixwazin bi riya çêkirina kîsên caw dixwazin xwezayê biparêzin. Li şûna kîsikên naylon, kîsikên caw çêdikin û bi vê rê welatiyan teşwîq dikin ku êdî li şûna kîsikên naylon, kîsên caw bikar bînin.
 
Li Helebce nêzî 10 jinan li navendek biçûk tevî mekîneyên wan ên cil dirûnê kêmin jî li şûna kîsikên naylon kîsên caw çêdikin. Ji ber ku cihê wan biçûke û mekîneyên wan kêm in, di nava hefteyê de bi awayek dewr kar dikin û di nava hefteyê de hemû beşdarî çêkirina kîsikan dibin. Li Helebce dixwazin ji bo parastina jîngehê, bikaranîna kîsên caw pêş bixin.
 
Rûxweş Selam li gel çend jinên din rojane saet 09.00'an de diçin navendê û heta saet 12.00'an bi dirûna kîsikên caw ve mijûl dibin. Armanca wan a sereke ewe ku ji bo parastina jîngehê êdî welatî kîsên naylon bi kar neyînine. Ev karê ku Rûxweş û jinên din dikin berhemê dewreya perwerdeyê ya du mehî ya Rêxistina Wadî Elmanî ye.
 
Ji bo parastina xwezayê 
 
Ev kîsikên ku li navendê tê çêkirin, endamên wan li bazar, dibistan û cihên giştî parve dikin. Ji bo ku êdî welatî ji kîsên naylon dûr bikevin û bi kar neyînin. Her wiha li ser kîsên çêdikin nivîsa 'Helebce dostê jîngehê ye' hatiye nivîsandin.
 
Geşaw Seîd serpereştiya projeya dirûtina kîsan dike. Ji Adara parve dest bi projeyê kirine. Armanca wan ewe ku welatiyan ji bo parastinê jîngehê hişyar bikin û bi riya bikaranîna kîsên caw re jîngehê biparêzin. Her wiha jinên bêkar bi vê rê bibin xwedîkar. Bi vê rê alîkariya jinên bêkar dikin ku di pêşerojê de bibin xwedî kar.
 
Ji berî çend mehan li Silêmanî û Helebceyê bikaranîna kîsên naylon li xwaringeh û firinan hatibû qedexekirin. Rêxistina Wadî Elmaniya par di qonaxa yekemîn de bi hezaran kîsên caw ji derveyî welat anîn Helebce û li welatiyan parve kir. Lê, di qoxana duyemîn de, hewil dide ku bi riya van dewreyên fêrbûnê re bi xwe çêbike û derfetên kar ji bo jinan peyda bike.
 
2 hezar kîsên qûmaş hatin çêkirin
 
Husya Hewramî yek ji wan jinêne ku serpereştiya çapkirina qûmaş dike û rojane nêzî 100 kîsên qûmaş çap dike û mûra taybet a rêxistinê lê dide. Li vê navendê heta niha nêzî 2 hezar kîsên qûmaş hatine çêkirin. Ji derveyî yên bi awayekî belaş tên parvekirin hinekan ji difiroşin. Lê, ji ber sedema ku nirxê wan girane. 
 
Li gorî gotina wan, ji derveyî Rêxistina Wadî Elmanî û Kosolosxaneya Elmanya ya Herêma Kurdistanê ti saziyek hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê madî û manewî de alîkariya wan nekiriye. Her wiha daxwaza alîkariyê ji berpirsên Helebce kirin, da ku bikarin navenda berifeh bikin. (ROJNEWS)