Fîlîz hewl dide bi jinan re bê cem hev

  • 09:12 11 Çile 2020
  • Ked/Aborî
 
WAN - Li Erdîş a Wanê jina bi navê Fîlîz Akguç ya ku bi çêkirina xwarinên herêmî û şîraniyan debara xwe dike, diyar kir ku krîzê bandorek mezin li ser wan kiriye. Fîlîzê ev tişt vegot: “Hedef dikim ku cihekî vekin û jin bên cem hev û sohbetê bikin xwarinên xwe ligel hev bixwin.”
 
Li navçeya Erdîş a Wanê jina bi navê Fîlîz Akguç (33) li navçeyê îmze avêt xebatek yekem û li navçeyê cihekî ku xwarinên herêmî tên çêkirin vekir. Fîlîz hem pê debara xwe dike û hem jî jinan tîne gel hev û jin bi hev re demê derbas dikin.
 
‘Min xwest ji bo jinan qadekê biafirînim’
 
Fîlîzê bi lêv kir ku krîza aborî ew gelek kiriye zehmetiyê û lê dîsa jî karê xwe didomîne û wiha got: "Ez dixwazim keda jinê bê dîtin, pêşiya jinan bê vekirin. Min ev der bi hêviyeke mezin vekir. Niha em cihê xwe didin nasîn. Ji ber krîzê kes nikarin biçin restorantan. Min xwest ez ji bo jinan cihekî wisa ava bikim. Ji ber vê ez dipêm ku ev der bê kifşkirin.”
 
‘Ji ber krîzê gel berê xwe didin tiştê erzan’
 
Fîlîzê destnîşan kir ku ew girîngiyê dide kalîteya xurekên ji bo xwarinê digire û her wiha paqijiya kargeriyê û wiha axivî: “Ji ber krîzê gel neçar dimîne tiştên erzan û bê kalîte tercîh bike. Ev jî zirarê die gel. Em jî di zorê de dimînin. Tiştên bi zirar mirovan jehrî dike. Jin zêdetir zehmetiyan dikşînin. Ez sibehê zû tê dukanê vedikim. Ligel xwarinên germ ez taştê jî didim. Piştî zarokên xwe dişînim dibistanê têm vir. Ez xwarinên xwe ji êvarê de amade dikim. Kutilk, mantî, bumbar, girar û goş, taweyê çêdikim. Her wiha şîraniyan jî çêdikim. Li gorî daxwazan ez xwarinan çêdikim.”
 
Fîlîzê di dawiyê de diyar kir ku ji ber krîza aborî xwarinên wê dimîne û beramberê keda xwe niha nagirin û got ew hedef dikin ku di vê qadê de xwe pêş bixîne.