‘Sedema xizaniyê dewlet e’

  • 09:11 2 Çile 2020
  • Ked/Aborî
 
WAN - Zelîha Peke bi dukana ku dide şixulandin debara xwe dike, diyar kir ku gel li dijî xizaniyê têdikoşe û got: “Em dixwazin vegerin 18 sal berê. Em êdî naxwazin wisa perîşan bijîn. Em welatiyên vî welatî ne. Dewlet tenê alîgirên xwe digirin kar."
 
Li Tirkiyeyê ji ber kûrbûna krîzê mirov êdî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke yên rojane jî bînin cih. Welatî êdî nikarin ji bazaran jî tiştekî bigirin û esnaf jî neçar dimînin dukanan bigirin. Jina bi navê Zelîha Peke ya li taxa Xaçort a Îpekyol a Wanê 20 sal in dukan vekiriye û dide xebitandin, diyar kir ku bi vê debara xwe dike û zarokên xwe dide xwendin. Zelîhayê daxuyakirin ku 18 salan di cihekî wek kulube de karê xwe meşandiye û piştî kedek mezin dukana xwe nû kiriye.
 
‘Întîxar hemû ji betaliyê pêk tên’
 
Zelîhayê destnîşan kir ku maeşa wan ya teqawîtbûnê jî tune û got: “Em debara xwe bi saya dukanê dikin. 20 sale vî karî dikim. Bi vê hatinê du keçên xwe dişînim dibistanê. Rojane 10 TL didim wan. Ev pere jî mixabin tenê têrî riya wan dike. Nikarin li derve xwarinekê bixwin. Heta tên malê birçî dimînin. Em rojên zehmet derbas dikin. Zarokên min yên kur heta êvarê betal rûdinin. Ji ber betaliyê psîkolojiya kurê min xera bûye. Piştre jî dibêjin ‘çima ciwan întîxar dikin’.”
 
‘Qezenca min rojê 20 û 30 TL ye’
 
Zelîhayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku qezenca wê ya rojane 20-30 TL ye û got: “Rewşa aborî ya hemû taxê nebaş e. Mirov nikarin tiştekî bigirin. Ji ber vê jî nikarin alavan bi komî ji bo bakalê bigirin. Koliya xurekên wek biskuvî û kek bi 100 TL tê danîn. Alav carna bayat dibin. Em neçar dimînin bavêjin çopê.”
 
‘Li dijî xizaniyê têkoşîn tê dayîn’
 
Zelîhayê her wiha balkişand ser krîza aborî û got ji polîtîkayên şer pêk tê û wiha dawî lê anî: “Mirov xizan in, sedema vê jî dewlete. Em dixwazin vegerin 18 sal berê. Em êdî naxwazin wisa perîşan bijîn. Em welatiyên vî welatî ne. Dewlet tenê alîgirên xwe digirin kar. Zarokên me jî têk diçin. Bi taybet jî li vê herêmê mirov perîşan in. Divê demildest ev bê çareserkirin.”