‘Derziya 2 TL bû 10 TL’

  • 09:12 1 Çile 2020
  • Ked/Aborî
WAN - Dirûnvanên ku yek ji motîfên girîng ya çanda Kurd ‘Kiras û fistan’ didirûn, ji ber krîza aborî zehmetiyan dikşînin. Bahar Polat ku fistan û kirasan didirû wiha got: “Karê min berê gelek baş bû. Ev du sale ji ber krîzê ne wek berê ye. Ben, têl, derzî û kumaş gelek bihaye. Berê me derzî bi 2 TL digirt niha 10 TL ye.”
 
Bahar Polat û Vacîde Atayilmaz yên li taxa Karşiyaka û Yenîmahale ya navçeya Îpekyol a Wanê dirûnvaniyê dikin li dijî krîza aborî têkoşîna ked û jiyanê didin. Jinên ku ‘fistan û kiras’ didirûn diyar kirin ku du sal in karê wan qet nebaş e.
 
‘Kes nikare tiştekî bigire’
 
Bahar Polat di temenê biçûk de dirûnvaniyê hîn dibe û 30 sale vî karî dike. Bahar tevî zivistanê, li dukana xwe beyî sobe dixebite û got: “Berê karê min baş bû. Lê du sal in ji ber krîzê ne wek berê ye. Em êdî zehmetiyan dikşînin. Ben, têl, derzî û kumaş gelek bihaye. Berê min derzî bi 2 TL digirt niha 10 TL ye. Li gorî kalîteya kumaş bihabûn jî diguhere. Li gorî model jî bihayê dirûnê diguhere. Ez li gorî kesên din erzantir didirûm. Derfetê mirovan yên bigire tune. Muşterî heye lê pere tune.”
 
‘Beramberê keda xwe nagirim’
 
Baharê destnîşankirin ku ji Îran û Iraqê hatina kiras û fistanan qedexe bûye û wiha berdewam kir: “Berê me cur bi cur kumaş dianî. Lê êdî qedexe bûye. Tirkiye nahêle yek parçeyek ji gumrukê derbas be. Em beramberê keda xwe nagirin. Sibehê saet di 05.00’an de dukanê vedikim heta 23.00’an dixebitim. Ez debara malbata xwe dikim. Lê krîzê bandorek mezin li ser me kiriye. Kar tune, her kes perîşan bûye. Desthilatdarî baca gel ji bo şer radizîne. Bi çek û topên digirin jî li Kurdan dixînin. Ji ber şer krîz jî mezind ibe. Her roj zema nû tê kirin. Hinek malbat hene nikarin nan bigirin.”
 
‘Ji ber krîzê me koç kir’
 
Vacîde Atayilmaz jî daxuyakirin ku ew ji biçûkatiyê de dirûnvaniyê dike û got: “Ji ber kar tunebû sê sal berê em hatin Wanê. Ez li taxa Karşiyaka dijîm. Min dukan vekir. Ez pîşeya xwe fêrî keça xwe jî dikim. 750 TL kiriya me heye. Malbata min qerebalix e. 160 TL ceyran, 50 TL av tê. Ez û keça xwe debara malê dikin. Karê me jî bi sezone. Zivistanê em gelek zehmetiyan dikşînin. Ligel ku em bi vî karî debara xwe dikin, em çanda xwe jî didin jiyîn.”
 
Vahîde Atayilmaz jî ku ligel dayika xwe dixebite wiha got: “Di mehên havînê de rojê carna e 3 fistanan didirûn. Karekî zehmete. Em neçarin karê xwe bikin. Sibehê saet di 07.00’an de em dukanê vedikin. Heta 22.00’an vekiriye dukana me. Kumaş li gorî berê gelek bihane. Ji ber krîzê kes nikare bigire. Karê me rawestyaye. Ji bo vê em kumaş bi bihayê ku digirin difroşin.”