Buşrayê keda xwe veguhert kar

  • 09:20 29 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
Yeşîm Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Buşra Şahîn a ji ber pirsgirêkên aborî dest bi karê nexş û dirûnê kir, wiha got: “Karê nexşan ne qadeke ku ez hunerê xwe nîşan bidime. Ev teşeyê protestoyê ye.”
 
Buşra Şahîn wêjevenake ku xwendekarek doktorayê ye. Ji ber kadro tune tayîna wê nayê kirin. Ji ber hinek sedeman ji akademiyê dûr ket. Buşrayê karê hunerê ya wek hobî dest pê kir, veguhert kar û li ser hesabê îstgramê ya Arakhne Studîo nîşan dide.
 
Buşrayê der barê mijarê de axivî.
 
*Di destpêka karîyera we ya akademîk de bendewariyên we çibûn?
 
Di perwerdeya lîsansê  de di destpêkê de hedefa min ev bû ku ez di qada akademîk de xwe pêş bixînim. Min nedixwest ez derkevim derveyê qada zanîngehê. Min dixwest ez her tim li vê qadê bim. Min xwest her tim xwe nû bikim. Ji ber vê jî min her tim ev hedef dikir.
 
*Di bendewariyên we de guherîn çêbûn gelo?
 
Ez niha vedigerim li wan deman dinêrim, ew dem ji bo min gelek romantîk tê. Min di nava demê de dît ku ev qad di esasê de ne wisa ye. Hinek dem girt ku ez fêm bikim ev akademiyê nikarim bigihêjim hedefa xwe. Bi salan şûnde pêşketina akademîk pêk tê. Heta mirov bên wan salan jî mirov hinek kor dibin. Min ev ferq kir. Vê jî di nava demê de rê li ber sarbûnekê vekir.
 
*Hobiya we bûye karê we. Vê hûn dan zorê gelo?
 
Sê sal berê min dest bi nexşan kir. Bêguman ez teknîkên dayika xwe tevlî vê pêvajoyê nakim. Di vê pêvajoya sê salan de nexş ne qezenckirina pere bû ji bo min. Wek hobî min çêdikir. Lê şert guherîn û bursa min hat birîn. Ji bo teza xwe bigirim pere pêwist bû. Min jî xwest ez ji vî karî pere qezenc bikim. Bêguman ez ketim zorê.
 
* Hûn çêkirina nexşan çawa dinirxînin?
 
Nexş teşeyek motîvasyonê ye. Mirov ji fikarên rojane, tiştên ku mêjiyê mirovan tevlihev dike, dûr dikeve. Mirov li ser kumaşê sade xeyalên xwe nexweş dikin. Hûn çi çêdikin bikin di esasê de xeyalên we di wan nexşan de hene. Karê nexweşan ne qadeke ku ez hunerê xwe nîşan bidime. Ev teşeyê protestoyê ye.