‘Ez nikarim cotek gore ji zarokên xwe re bigirim’

  • 09:16 28 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Jinên ji bazarê destvala vegeriyan, diyar kirin ku krîza aborî ji ber polîtîkayên şer yên desthilatdariyê pêk ye. Azîze Elmurat wiha got: “Em li malê lîsteyê amade dikin lê em li bazarê tenê çend parçeyan dikarin bigirin.” Medîne Berk jî bi lêv kir ku nikarin ji zarokên xwe re cotek gore bigirin û got wê heta ku derê vê îşkencê bikşînin.
 
Li taxa Karşiyaka ya Îpekyol a Wanê jnên çûn bazara roja înê, li hember krîzê bertek nîşandan. Esnaf jî ji bo tezgahên xwe ranekin li ber xwe didin. Jinên ji ber bihabûna sebze û fêkiyan neçar dimînin yên rizyayî bigirin, diyar kirin ku hemû sûc yê desthilatdariyê ye.
 
‘Tiştekî erzan tunebe ez nikarim bigirim’
 
Jina bi navê Şîrîn Kaya bi keça xwe re bi maeşa teqawîtbûnê dijî. Şîrînê wiha got: “Ger sebze û fêkiyên erzan tunebin em nikarin tiştekî bigirin. Em neçarin xurekê bigirin. Ji bo em bijîn. Lê pere tune ye. Tenê em hinek sebzeyan dikarin bigrin. Yên bûne sedema krîzê divê pisgirêkan çareser bikin.”
 
‘Şer bidome wê krîz jî bidome’
 
Halîme Savaş wiha got: “Her tişt buhaye. Em nikarin tiştekî bigirin. Biha gelek zêde bûne. Sedema vê polîtîkayên şer in. Heta ku şer bidome wê krîz jî bidome. Em her sibe bi zema ku tê kirin şiyar dibin.”
 
‘Erdogan krîz derxist bila çareser bike’
 
Gulbahar Înce jî destnîşan kir ku beriya krîzê bi 100 TL her tişt digirt û got bi 100 TL 10 kîlo sebze nayê girtin. Fîlîzê jî got ew tenê kîloyek du kîlo sebze digirin û got Erdogan çawa krîz derxistiye bila wisa jî çareser bike.
 
Azîze Elmurat jî ev tişt anî ziman: “Berê biha baş bûn. Lê niha em destvala vedigerin malê. Em lîsteyê amade dikin lê tenê em çend tiştan dikarin bigirin.”
 
Pîroze Ecel jî diyar kir ku berê li gund dijiyan û jiyan rehet bû lê niha ew nikarin ji bo xwarinê tiştekî bigirin.
Şemsiye Dînler jî balkişand ser zêdebûna bihayan û got: “Jiyan her diçe zehmet dibe. Ji bo av, ceyran û gazê zem hatiye kirin. Em nikarin jiyan xwe bidomînin.” Fatma Eryilmaz jî got ew tê bazarê firiniyên rizyayî digire.
 
Medîne Berk jî ev tişt vegot: “Ez nikarim ji bo zarokê xwe cotek gore bigirim. Em nikarin xwarinê bigirin em ê çawa hewcedariyên din bigirin. Kar tune. Tiştek tune.Em ne şer em jiyanek xweş dixwazin.”