Li AVM’ê dikan yek bi yek hatin girtin, jin betal man

  • 09:07 26 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Li Wanê esnafên Park AVM’ê ji ber krîza aborî neçar man dikanên xwe bigirin. Esnaf bi mehane nikarin fatureyên xwe jî bidin û her wiha gelek jin betal man.
 
Li Wanê înşata Park AVM’ê 9 salan berdewam kiribû û herî dawî di 8’ê sibatê de hatibû vekirin. Lê mixabin tiştên dihatin payîn pêk nehatin. Ji ber krîza aborî ya ku roj bi roj girantir dibe, karê esnafan jî nebû û AVM bêdeng e. Kapasîteya AVM’ê 157 dukane û bi 72 esnafî ket faliyetê. Lê niha tenê 20 esnaf hene. Yên ku mane jî ji ber nikarin fatura ceyranê bidin, ceyrana wan tê birîn û bi jeneratorê dixebitin.
 
Tenê karê jêr dixebite
 
Beşên lîstika zarokan, spora zarokan, restoran û mexazeyan hat girtin û ji ber vê jî bêdengiyeke mezin li AVM’ê serdest e. Tenê li katê zemînê mexaze hene û 4 katên jor û qada zarokan a jêr jî vala ye.
 
Jina bi navê Şehrîban Saglam ya di mexazaya cilan de dixebite diyar kir ku gelek pisgirêkên AVM’ê heye û ya herî girîng jî ceyrane û got: “Nîvê AVM’ê aydê şaredariyê, nîvî jî aydê şexan e. Kes nikare fatureyan bide. Esnaf nikare kirê bide. Niha tenê qatê têketinê dixebite.”
 
Şehrîban nê got ji ber nikarin fatura ceyranê bidin, pisgirêka germbûnê jî dijîn û got: “Ji ber ceyran tune em nikarin bi muşteriyan re jî eleqeder bin. Ji xwe heta êvarê tenê 3 muşterî tên. Wan jî em bixwe ji dukanê derdixin. Em di tariyê de ne. Mirov nakevin AVM’ê. Kar tune. Em pere qezenc nakin. Gelek hevalên me yên jin ji ber maeşa wan nayê dayîn ji kar derdikevin. Divê demildest pêşî li vê krîzê bê girtin.”