Li Wanê ji bo zema veguhestinê bertek

  • 09:07 25 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Li Wanê ji bo veguhestinê 50 kuruş zem hat kirin û ji ber vê jî bertekên tund tên nîşandan. Jinên Wanê diyar kirin ku ew ji ber zeman gelek mexdûr bûne û gotin divê gel dakevin kolanan û bertek nîşan bidin.
 
Welatiyên ji ber krîza aborî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî pêk bînin, ji ber zema ji bo enerjî, veguhestin û hewcedariyan tên kirin rojên zehmet dijîn. Piştî qeyûm tayînê şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû şûnde, bi biryara Navenda Koordînasyon û Veguhestinê ve ji bo veguhestina nav bajar pereyê rê ji 2.25 TL derket 2.50 TL û ji bo xwendekaran jî ji 1.50 TL derket 1.75 TL.
 
‘Jiyan roj bi roj zehmetir dibe’
 
Jina bi navê Elîf Dayan bi lêv kir ku beriya krîza aborî pereyê rê 75 kuruş bû lê di nava du salan de her tim zêde bûye û ji ber vê rewşê pir zehmetiyan dikşînin. Elîfê wiha got: “Her tim zem tê kirin. Tenê pereyê rê mabû ew jî zem kirin. Wesayîta taybet a her kesî tune ye ku her roj biçin nexweşxaneyê. Wesayîta taybet hebe jî pere tune ye em benzîn bixinê. Em her tim li mînîbusan siwar dibin. Em li dijî van bihayan hinek dakevin qadan wê dawî li van zeman bên kirin. Em êdî ji bo jiyanê li berxwe didin.”
 
‘Divê gel berteka xwe nîşan bidin’
 
Gulcan Demîr destnîşan kir ku jiyan ji bo malbatên qerebalix zehmetir e û got: “Pereyê riya xwendekaran jî zêde kirin. Wê herî zêde xwendekar zehmetiyê bikşînin. Vê zivistanê jî wê xwendekar bi meşê biçin dibistanê. Navbera mala me sûkê 10 deqe ye. Lê her carê biha zêde dikin. Ji bo çareser bibe divê gel bertek nîşan bide, dakevin qadan.”
 
Antîka Sariboga jî bang li rayedaran kir û got: “Ji krîza aborî re êdî çareseriyekî bibînin. Heta digihêjim nexweşxanê 20 TL diçe. Em nikarin xwarinekê jî bixwin.”