Bi çêkirina goreyan debara xwe dike

  • 09:05 23 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
Şehriban Abi
 
WAN - Jina bi navê Perîşan Pekbey, da zanîn ku bi salane debara xwe bi çêkiria goreyan dike û di heman demê de motîfên aîdê herêma Serhedê li ser goreyan nexş dike. Perîşan diyar dike ku tevî bi zehmetiyek mezin goreyan çêdike, heqê keda xwe nagire û got li dijî krîza aborî têdikoşe.
 
Jina bi navê Perîşan Pekbey a 55 salî aboriya xwe bi berhemên keda destên xwe diafirîne. Perîşan goreyên bi destan tên çêkirin, çêdike û pê debara xwe dike. Li ser goreyan motîfên aîdê herêmê jî nexş dike û di heman demê de jî hewl dide wê çandê bide berdewamkirin.
 
‘Em li dijî krîza aborî berxwe didin’
 
Perîşanê destnîşan kir ku di temenê biçûk de hatiye zewicandin û got: “Min li dijî xizaniyê têkoşîn da. Dayika min ev gore çêdikirin. Ez ji wê hîn bûm. Niha pê debara xwe dikim. Krîza aborî demek dirêj e me dide zorê. Bi berxwedana li dijî krîzê hewl didim bijîm. Hevjînê min nexweşe nikare bixebite. Ez li malê dixebitim. “
 
Perîşanê bi lêv kir ku çêkirina goreyekê 4 rojan didome û got: “Çavên min, stû û tiliyên min dişên. cotê wê bi 10-15 TL çêdikim. Cîranên min dixwazin. Ez li ser daxwaza wan çêdikim. Ji ber ku kes ji bo bikin nava cihazên bûkan ez havînan zêde çêdikim.”
 
‘Ez heqê keda xwe nagirim’
 
Perîşanê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew heqê keda xwe nagire û wiha pê de çû: “Beriya krîzê me rîs bi 2 Tl digirt. Niha 5 carna jî bi 7 TL digirim. Beriya krîzê min erzan difrot. Niha jî ji neçarî bi heman bihayî difroşim. Her kes di derdê nanê xwe de ye. Ez vî karî nekim em ê birçî bimînin. Di pêvajoyek wisa de her ks bi karekî hewl dide debara xwe bike.”