‘Em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêşwazî bikin’

  • 09:16 22 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
AMED - Bazarvan û welatiyên ku tên bazarê bertekên xwe li hemberî qeyrana aborî tînin ziman. Esma Seydaoglu diyar kir ku ew xizanên qeyranê ne û got: "Ez bi seatan digerim ku tiştek bistînim û lê tenê bi çend poşetan vedigerim li malê."
 
Her roja ku derbaz dibe rewşa qeyrana aborî xerabtir dibe. Bêkarî, bihabûna xwarin û vexarinan, bûhabûna gaza xwezayî û ceyranê jiyana rojane tengezar kir. Li gel xizaniyê her roj welatî li dijî buhabûna di nav şerekê de ye. Ji qeyranê welatî bêzarbû. Esnafên li Yenîşehîra Amedê ji ber buhabûne bi gazincin. Esma Seydeoglu ya ku ji bo pêwîstiyên malê hatibû bazarê wiha got: “Fêqî û sebze 5 qat bihabûne û ez nikarin êdî pêwîstiyên rojanê jî bistînim."
 
'Gelo em ê li bazarê çî bistînin?'
 
Esnafên ku ji ber buhabûne gazincin nikarin bi erzanî jî tiştên xwe bifroşin ji ber ku zirare dibînin. Esma şêniyeke vê  bajarê ye û bal dikişîne ser bazarê û wiha dest bi axaftina xwe dike: "Her roj bazar tijê kes bûn. lê niha bazar ne bazarên berê ne û kes jî ne wekî berê ne ku bên danûstandinê bikin. Ez bi taybetî saetên nîvro de têm bazarê ji bo pêdiviyên malê. Ji ber ku di van seatan de li bazarê erzanî çêdibe. Lê niha ne wisa ye em kijan demê bên jî heman tişte û erzanî çênabe. Ma em ê çi bistînin. Em berê fetê carek dihatin, êdî emê du sê hefteya carek bên. Ez bi seaten digerim ka tiştek erzan heyel gelo? Îsota ku bi 2 lîreya dihat firotin îro bûye 7 lîra. Berê em bi çanteyên bazarê dihatin lê niha em pêwistî çanteyê nabînin. Ji ber ku tiştên em ê bistînin diyar in." 
 
‘Em xizanên qeyranê ne' 
 
Esma di axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana civakê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pevçûnek li ser her dezgeheke heye û ev tişt di navbera kargehan de diyar e. Buhabûn di nav civakê de dibe sedema qeyranek din. Em kor bûne ku sedemê van yekan em nabînin. Qeyranê mala me xira kir. Ya xerab haya kesê ji me tûne ye. Vaye qeyran heye, lê tenê xizan bi bandor dibin. Kesên bûne sedemê qeyranê rehetin. Çima em li bendê dimînin ku bila dewlemen me fêm bikin. Em bûne xizan û hejarên qeyranê.”
 
‘Haya kesî ji me nîne' 
 
Esma jî wekî gelek kesan bi çend poşetan ji bazarê vegeriya mala xwe û di rêde ji me re qala demên borî kir û wiha got: "Ez bi eslê xwe ji Botanê me. Ez koçberim û 30 sal in li vir dijîm. Gundê me hatin valakirin. Em bi pirsgirêkên gelek mezin re rûbirû man. Dema em koçber bûn lawirvanî û cotkarî bi me re têk çû. Êdî jiyan zor û zehmet e. Em mirovên gund û yên xwezayê ne. 30 sal derbas bûn jî em hêj hînê jiyana bajaran nebûne. Em tim û tim xizan man. Em di xaniyên kira de dijîn. Bi buhabûna tiştan û gaza xwezayî re hewldidin ku bijîn. Haya kesî ji me nîne. Niha ka wê çawa çareser bikin. Yan em ê ji birçan bimirin.”
 
Bi gihiştina me ya malê re dayika Esma fêrbû ku hacîz hatiye ser mala ku rûdinê. Esma hersa xwe anî ziman û got: "Ev e rewşa me. Ji vê yekê zêdetir ma wê çi bibe. Dewlet mala me talan kir û em hejar kirin."