Taştêya Wanê jî para xwe ji aloziya aborî girt

  • 09:01 9 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Li Wanê tiştê herî bi nav û deng yek jê taştêya wê ye lê mixabin taştêya Wanê jî ji aloziya aborî para xwe girt. Ji ber bihakirina berhemên taştê di cureyên taştêya Wanê de kêmbûyin çêbû. Jinên ku di dîwanên taştêyan de dixebitin nêrazîbûn nîşanî bihabûnê dan û gotin ku çareserî ne bihakirin e. 
 
Li Wanê tiştê herî bi nav û deng yek jê taştêya wê ye. Tişta ku taştêya nav û deng dixemilîne jî penêrê bi giyayê zozanan, hingivê zozanan û hêkên xwezayî û nivîşkê pez e. Taştiya Wanê  ya ku ji 20 cureyan pêk tê  ji bo naskirina bajêr roleke girîng dilîze. Her wiha ji derveyî welat gelek turîst ji bo xwarina taştê ji cihên herî dûr tên Wanê.  Di sala 2014’an de di cîhanê de wekî taştêya herî cureyê wê zêde hate hilbijartin û di pirtûka rekoran a  Guinness de cihê xwe girt. Lê wekî her qadên civakî taştêya Wanê jî para xwe ji aloziya aborî girt. Di salekê de kiloya pênir bû 12 tl û li gel penîr berhemên şîr biha bûn. Kesên ku taştê amade dikin ji vê yekê bi bertek in û gotin ku li gel bihakirina berhemên taştê  di cureyên taşteya Wanê de kêmbûyin heye û gotin ku çareserî ne bihakirin e. 
 
‘Ji ber bihakirina berhemên taştê di cureyên taştêya Wanê de kembûyin heye’
 
Jina bi navê Yusra Îlhan a ku li dîwana taştêya îlonê dixebite anî ziman ku li gel bihakirina berhemên taştê di taştêya Wanê de kêmbûyin heye û wiha pê de çû;” Ez saleke li vir dixebitim. Li gorî salên berê em îsal pir zehmetiyê dikşînîn. Ji ber bihakirina berhemên taştê em zehmetiyê dikşînîn û di taştêya Wanê ya bi nav û deng de kêmbûyîn heye. Ev bihakirin li ser taştê gelek zêde bandor dike. Ji berê de  li hemberî taştêya Wanê eleqeyeke pir hebû. Lê niha mirov nikare wê eleqeyê bibîne. Buhayên berhemên taştê qet neketin.  Di demsala havînan de ji ber turîstan karê me baş e. Lê di demsala zivistanan de karê me bi giştî disekine. Pênîr biha bûye û em nikarin bikirin. Aloziya aborî di warê neyinî de bandor li ser me kir.” 
 
‘Cureyê taştêya Wanê kêm bû’
 
Xebatkar Elanur Guler bi lêv kir ku ji ber bihabûna taştê karê wan sekinî ye û wiha got:”Em 4 jin li vir dixebitin. Li Wanê di vekirina diwana taştê de me pir zehmetî kişand. Lê me bi vekirina diwana taştê ew nêrîna heyî şikand. Me jinan di naava tunetiyê de ev der vekir. Di rojên destpêkê de me pir zehmetî kişand. Lê pişt re baş berdewam kir. Lê mixabin ji ber aloziya aborî em niha nêçar in. Aloziya aborî bandorek neyînî li ser me dike. Mast, toyk pir zêde bihabû ye. Em nikarin bikirin. Herî zêde jî em di kirina pênîr de zehmetiyê dikşînin. Taştêya Wanê bi berhemên xwezayî tê amadekirin. Lê ji ber aloziya aborî em nikarin êdî pêwîstiyên taştê bikirin. Cureyê taştêya Wanê keêm bûye. Divê ji aloziya aborî re teqez çareserî bê dîtin”