‘Ne bikarhênerî, hilberîn kêfxweş dike’

  • 09:10 7 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Zana Şîmşem ku li Atolyeya Makara alavên veguhestinê, vediguhere hunerê wiha got: “Ji hebûna mirovahiyê heta niha têkiliya jinan bi hilberînê re heye. Mirov wê bibînin ku bi hilberînê zêdetir kêfxweş in.” 
 
Mamosteya Hunerên Xweşik Zana Şîmşek, bi fikara xwe ya afrîner bêyî lêçûn, berhemên cuda çêdike. Zana ku wek hobiyê dest bi vî karî kir û seruvena wê veguherî atolyeyê der barê xebatê de axivî.
 
Zana da zanîn ku ev 12 sal e li Wanê bi alavên ku mirov wek çopê bi nav dike gelek berheman çêdike û niha li Atolyeya Makara karê xwe didomîne. Zana wiha berdewam dike: "Jin ji hebûna mirovahiyê heta niha di hilberînê de cihê xwe girtiye. Di esasê de bi qutbûna vê têkiliyê re karaseta herî mezin a bikarhêneriyê jî dest pê dike."
 
Ji kaşilê gûzê alavên xemlê
 
Zana da zanîn ku xweza xwedî taybetiyeke ku xwe nû dike ye û ji ber çanda bikarhêneriyê ya zêde, xwezayê jî ev taybetiya xwe winda kiriye û got: “Ez bi kaşilê gûzê alavên xemlê çêdikim. Ji mifteyan û xemla wesayîtê ji kaşilê gûzê alavên cur bi cur çêdikim. Ji cil û bergên kevn, çente, rûyê lihîfan çêdikim. Ev bi teknîkên hêsan dikarin bên çêkirin. Alavên otantîk in. Her jin bi alavên destên xwe dikarin van çêbikin. Şûşeyek pedê 400 salî, şûşeyek cam 4 hezar salî, plastîk hezar salî, parçeyên texte 15 salan li xwezayê hebûna xwe diparêze. Ez li vir bi veguhestina van alavan hewl didim xwezayê biparêzim. Mînak ez pêlavên berê, cil û berg, şûşe, kapax, neynikên şikandî tînim li vir vediguherim alavên cuda. Bi vê ez pêşî li qirêjiya hewayê jî digirim.”
 
Zanayê bal kişand ser enerjiya keviran jî û got dema mirov kevir digirin destê xwe mirov dikarin têkiliyê deynin û got di heman demê de texte jî wisa ye.