Kanavîçeyên Behiyeyê îxracê Ewropayê dikin

  • 09:20 4 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Behriye ku bi çêkirina kanavîçeyê debara xwe dike, ji welatên cuda jî sîparîşan digire. Behiyeyê got bi jinên din re hildiberîne û got gelek jî xwendekarên wê hene.
 
Behiye Erdogan a 58 salî ku li Kozan a Edeneyê dijî, kanavîçeyên ku li ber tunebûnê ne çêdike. Kanavîçe ya ku teknîka çêkirina wê gelek zehmet e, eleqeyek mezin dibîne. Kanavîçe li ser kumaşên rast tê neqişandin. Li ser etamîn jî tê neqişandin. Her wiha bi kasnaxê kumaş tê pêçan û wisa nexş li ser tê kirin.
 
‘Ez piştgiriyê didim xwendekarên xwe jî’
 
Behiye ji zarokatiya xwe de vî karî dike. Behiye li Stenbolê û gelek bajarên din tevlî semîneran bûye û hosteyek mezin e. Behiyeyê destnîşan kir ku kanavîçe xwediyê dîrokek 100-150 salî ye û wiha berdewam kir: “Ev êdî bûye kevneşopiyek. Li Edeneyê bi taybet li Kozanê zêde tê çêkirin. Gelek cureyên wê hene. Çente, cureyên çenteyan, cuzdan, şujde. Her wiha em berhemên kevn jî dinirxînin. Lê ez hîn bêtir ên nû çêdikim. Ez her tim dixwazim tiştên nû çêbikim. Ez piştgiriyek mezin didim xwendekarên xwe jî. Kar dibînim, berhemên wan difroşim.”
 
‘Em bi piştevaniya jinê dikin’
 
Behiyeyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku bi jinan re di nava piştevaniyê de ye û got: “ Di nav me de xwendekarên zanîngehê jî hene. Em wan pêş dixînin. Mînak ji bo çêkirina çenteyekê em 20 rojan mijûl dibin. Em bi xwendekaran re çêdikin. Ev jî piştevaniyê zêde dike. Em kulîlkan jî çêdikin. Difroşim Ukraynayê. Ji gelek cihî em sîparîşên taybet digirin. Heta ji destê me tê em dişînin. Li Elmanyayê jî jin eleqeyê nîşan didin.”