Şaredariya Elbakê piştgirî da jinên rahijmend

  • 13:24 3 Kanûn 2019
  • Ked/Aborî
 
WAN - Şaredariya Elbakê, dukanên aîdê şaredariyê wê bide jinên rahijmend.
 
Li Wanê Şaredariya Elbakê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê rêvebirin, civîna xwe ya yekem a meclisê ya meha kanûnê li dar xist.  Endamên meclisê di biryara ku di civînê de girtin, diyar kirin ku ew ê dukanên aîdê şaredariyê ji bo bikaranînê bidin jinên rahijmend.
 
Şaredariya Elbakê, ragihand ku 7 dukanên li Bazara Keda Jinê yên avakirina wan û tamîrata wan tê kirin ji bo 5 salan bidin jinên rahijmend ên li navçeyê.