Di sempozyuma rêxistinên pîşeyî de xala 6331'an a Zagona ÎSÎG'ê tê nîqaşkirin

  • 14:32 29 Mijdar 2019
  • Ked/Aborî
STENBOL - Li Stenbolê ji hêla rêxistinên pîşeyî ve sembozyuma "Di Sala 7'emîn de Sempozyuma Nirxandina Zagona Ewlehî û Tenduristiya Kar" hat li dar xistin. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku dê bi rêxistinên pîşeyî yên berpirsiyar re ji nûve zagonê saz bikin. 
 
Sendîka û konfederasyonên wekî Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB), Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê û Komeleya Hekîmên Kargeriyan, têkildarî ewlehî û tenduristiya kar, li Salona Konferansê ya Baroya Stenbolê "Di Sala 7'emîn de Sempozyuma Nirxandina Zagona Ewlehî û Tenduristiya Kar" ku 2 rojan berdewam bikin li dar xistin. Nûnerên rêxistinên pîşeyî xala 6331'an a Ewlehiya Kar niqaş kirin. 
 
Ewil Endamê Komîsyona Hekîmtiya Kar a Odeya Tabîban a Stenbolê Nazmî Algan ewil Sekreterê Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Nejat Yazicioglu yê 25 sal berê jiyana xwe ji dest da bibîr anî û wiha got: "Nejat di hemû temenê xwe de ji bo tenduristiya karkeran û ewlehiya kar têkoşiya." 
 
Piştre Hatîce Yazicioglu û keça Aylîn Yazicioglu  jî der barê jiyana Nejat Yazicıoglu de axivîn û diyar kirin ku Yazicıoglu di nava şertên pir dijwar de têkoşiya û got: "Ew bijîşkekî pir mezin bû. Şoreşgerekî mezin bû. Di nava sazumankarê Partiya Karkeran ê Tirkiyeyê (TİP) de bû." 
 
'Her roj karkerek jiyana xwe ji dest dide' 
 
Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu jî wiha got: "Her roj karker dimirin. Mijara sereke ya Sempozyumê xala 6331'an e. Zagon ne pîvanên li ser kaxizan hatine nivîsanin in. Li gorî şertên civakê tên biteşekirin. Ya girîng de rerxistina zagonan e. Divê ev tabloya reş ji holê rabe. Ger ku em aqilê sereke neguherînin pêşketin pêk nayên. Me ev aliyên neyînî ji Wezareta Xebatê re parve kir. Lê nexwest fam bike." Çerkezoglu, xwest zagona heyî bi tevahî bavêjin ser sergo û bi rêxistinên pîşeyî yên berpirsiyar re ji nûve zagonê saz bikin.  
  
Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê Pinar Saip jî anî ziman ku zagona xala 6331'an wan ji nêzîk ve eleqeder dike û got: “Ji ber ku cînayetên kar kêm nebûne. Her ku diçe zêde dibe. Em bi baldarî li ser cînayetên kar radiwestin. Her roj karker û rastî tundiyê tên û cînayetên kar pêk tên."