Bi karê tamirê gotina 'Jin nikare bike'vala derdixîne

  • 09:05 14 Mijdar 2019
  • Ked/Aborî
Zeynep Durgut
 
WAN - Jina bi navê Nesîbe Curgan li dijî hişmendiya ku dibêje 'Jin nikare' tedikoşe. Nesibe tamîrkirina amûrên elektronîk bersiva vê gotinê dide.
 
Jin li her qadên jiyanê li dijî hişmendiya ku dibêje ‘Jin nikare bike’ li ber xwe didin û di karên herî zehmet de dixebitin. Li Wanê li  taxa girêdayî navçeya Artemetê jina bi navê Nesîbe Curgan (36) 10 sal in bi karê tamîra alavên elektronîk ku dike debara xwe dike. Nesîbeyê di heman demê li dikana xwe ya ku ji bo tamîratê vekiriye alavên wekî makîneya kincşûştinê û
sarincan jî ku ji destên duyemîn distîne tamîr dike û piştre difiroşe.  Nesibeyê diyar kir ku di saleke wiha de kes nikare bibêje ‘Jin nikare bixebite’ û got ku her jinek dikare bixebite û bi karê ku dike debara xwe bike.
 
 'Ger ku jin bixwaze dikare her tiştî bike'
 
Nesîbeyê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew li cem  hevjînê xwe hînî tamîrkirina amûrên elektronîk  bû û wiha axivî;” Ev kar hevjînê min dikir. Ez li cem wî şagirt bûm. Piştre min biryar da ku ez ji amûran tamîr bikim. Ger ku jin bixwaze dikare her tiştekî hîn bibe. Jin karê ku bike çiqas zahmet be jî dema bixwaze dikare bike.  Ew kesên ku dibêjin  ‘Tamîrkirina amuran karê mêr e’ şaş in.
 
'Sedema matmayîbûna mirovan ji ber hişmendiya mêr e'
 
Nesibeyê da zanîn ku kesên amûrên xwe ji bo  tamîrê tinin  kargeha wê matmayî dimînin û got ku bi tamîrkirina amûran ew bersivê dide hişmendiya ku dibêje ‘Jin nikare’  û wiha dom kir;”Ez bi xebata xwe li dijî hişmendiya desthilatdar a mêr li ber xwe didim û nîşanî herkesî didim ku jin dikare her tiştekî bike. Li taxê kesên ku ji bo tamîrkirina amûran tên gava ku dibînin ez tamîr dikim matmayî dimînin. Rojekê mêrek hat ji min re got, 'Ji bo tamîrkirina sobaya min bang li hosta bike' min got hosta ez im bawer nekir û got, 'Kengî hatiye dîtin ku jinan hostatî kiriye ji jinan hosta nabe' Min jê re got tu sobaya xwe bide min ger ku min çênekir piştre were hesab ji min bipirse. Sobeya xwe da min û di wê rojê de min çekir.  Mêrik matmayî ma û gelek kêfxweş bû. Sedema matmayîn mirovan ew e ku civak dibêje "karê tamîrê ne karê jinan e. Ji ber vê hişmendiyê gel bawer nake ku jin dikarin her tiştekî bikin."
 
'Ez dikarım di rojê de 6 sobeyan tamîr bikim'
 
Nesibeyê bi lêv kir ku di nava rojê de dikare 6 sobeyan tamîr bike û wiha pê de çû;"Min dev ji karê xwe  berneda û min kes guhdar nekir. Ji ber vê yekê êdî gel jî hîn bû. Baweriya şêniyên taxê jî bi min tê û amûrên xwe tinîn ez jî wan re tamîr dikim. Belê hilweşandina vê hişmendiyê zehmet bû lê ez bi ser ketim. Ez dikarım di rojê de 6 sobeyan tamîr bikim. Carnan hevjînê min nikare hin amûran  tamîr bike li min digere û ji min dipirse. "
 
Nesibeyê di dawiya axaftina xwe de got ku Jina her karekî dike çima nikare tamîrê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî;"Jin di her qadên jiyanê de  her karekî dikin. Jin bi hûnera xwe ya destan dikarin her tiştekî bikin û hewce bi mêr jî nine. Ew keda ku jin dide hewceye jê südê bigire."