Li gundê Bogatepeyê hilbîrîna 32 cureyên penîr jin dikin

  • 09:01 11 Mijdar 2019
  • Ked/Aborî
Zeynep Durgut
 
QERS - Li Tirkiyeyê penêrê Gravyer tenê li gundê Bogatepeyê tê hilbirandin û ev penêr ji aliyê jinan ve  bi ked û xebateke mezin tê çêkirin. Hilbirînera penêrê gravyer  Zumran Omur diyar kir ku ew ji hemû cîhanê re  hilbirîna penêr dikin û got ku ger  mirov bixwaze her qadên jiyanê, qadên hilbirînê ne.
 
Bajarê Qersê bajarekî kevnar ku gelek netewên cuda cuda lê bi hev dijîn e. Herwiha bajarê Qersê di heman demê de bi penêrên xwe yên cur bi cûr jî tê naskirin. Herî zêde jî penêrê wê yê bi navê gravyer hinardeyî gelek welatan tê kirin. Penêrê Gravyer ku di serî de li gundên Malakanê hatiye hilbaerandin, li gundê Bogatepeyê hîna hem wekî kevneşopî û hem jî ji bo debarê tê hilberandin. Li gundê ku 50 kîlometre dûrê bajêr e û jinên gund bi awayê hevpar penêr hildiberînin. Herwiha jinên hilberîner di heman demê li ser 650 nehatên ku keşf kirine ji bo ku bê çawa tên bikaranîn û li cihê xwe bên bikaranîn jî perwerdeyê dibînin. Jinan di demên dawîn de ji van cureyên nebatan krem û yag jî hilberandine. Jinên ku di warê hilberîna penêr de pispor in, di sla 2007'an de Komeleya Bogatepeya ya Jiyan û Derdorê jî ava kirine. Bi pêşniyara ku ji jinan re ji Fransayê hatiye kirin, pişît ku salekê perwerde dîtine ji sala 2010'an de mûze vekirine û ji kesên xwecihî û biyanî re havînan danasîna cureyên nebatan dikin û zivîstanê jî ya cureyê penêr dikin. 
 
Çêkirina penîrê Gravyer 
 
Der barê penîrê gravyer de  Zumran axivî. Zumranê diyar kir ku civaka nikare hilbirîne û biafirîne mehkumî tunebunê ye û wiha got;” Ez 28 sal in hilbirîna penîr dikim. Ew şîrê ku ji çêlekan tê bidestxistin qasî 40 deqeyan di mastê ku tê haveynkirin de tê sekinandin. Heta ku ev mast wekî libên birincê dibe tê eçiqandin. Ew mastê ku tê eçiqandin û ava wî ji ser diçe û dibe wekî penêr em ji mast haveyn dikin. Piştre ew pênîrê ku tê bidestxistin, bi qasî 2 seatan tê vesihandin û piştre qet qet tê hurkirin û di ava xam de tê şuştin. Penîrê ku 12 seatan di avê de dimîne û di roja xwe ya duyemîn de dubare tê hurkirin, di ava germ 72 dereceyan de tê şuştin. Ev pênîr dibe wekî benîşt û piştre li ser sofreyan cihê xwe digire.” 
 
‘Li gundê me 650 cureyên nebatan heye’
 
Zumranê anî ziman ku ew ji çêlekên xwe sudê digirin û got ku ew bi jinên gund re bi  awayekê hevpar dixebitin û wiha dom kir;” Em ji çêlekên xwe sûdê digerin. Li gund 7 baneyên me hene. Em jinên gund bûn yek û me Komeleya Bogatepe ya Hawirdor û Jiyanê vekir. Li gundê me 650 cureyên nebatan hene. Me ev yek keşf kir û me pîspor anîn gund. Li gel hatina pîsporan me li ser  cureyê nebatan  perwerdehî dît. Kîjan giya di nav kîjan penêrî de cih digire me destpêkê xwest vê bizanîn. Li gel van perwerdehiyan jinan di qadên tendûrîstiyê de jî di qursan de perwerdehî dîtin. Ew serayên biçûk li gel hewledanên me mezin bûn. Me jinan afirand û em jinan hilberand.” 
 
‘Me bi qasî salekê perwerdehiya zimanê fransî dît’
 
Zumranê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li gel hilbîrîna jinan gund hate nasîn û wiha pê de çû;” Gundê me bi ked û xebata jinan hate nasîn. Ji Fransayê saziya bi navê Tema ji saziya me re bû alîkar. Ji me re gotin ‘Ger ku hûn zimanê fransî bizanin em ê ji we re mêvanan bişînîn’ Me jinan jî biryar da û qasî salekê li ser zimanê fransî me perwerdehî dît. Piştî ku em hînî zimanê fransî bûn, me turîzma eko vekir. Pişt re di sala 2010’an de me muzeya ku 32 cureyên penêr tê de cih digirin vekir. “
 
‘Armanca ji  muzeyê ew e ku vî cureyê penêr ji tunebûnê rizagar bikin' 
 
Zumreyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser armanca vekirina muzeya penîr û wiha domand:”Li Tirkiyeyê cara yêkeme ku muzeya penîr tê vekirin. Di muzeya me de her cûreyên penîr hene. Ev  cureyên penîran  li tu devera cîhanê nayê dîtin. Armanca  me ya vekirina muzeya penîr ew e ku ew cureyên penîrên bi tune bûnê re rû bi rû em rizgar bikîn. 32 cûreyên penîr em ê ji nifşê nû re ragihînîn. Ji bo ku penîrê me baş bê nasîn me Mîhrîcana Tamê li dar xist. Di vê mîhrîcanê de me gelek kesên biyanî û xwecihê vexwendin.  Ger ku em bixwazîn em dikarîn her qadên jiyanê veguherînîn qadên hilbirînê. Kirîn ji destê me ye. Ji xwe bawer bin û ji bo afirandinê kedê bidin. “