Li bazaran sipiyan têkoşîna jiyanê

  • 09:16 10 Mijdar 2019
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Piştî ku Walîtiya Îzmîrê bazara sipiyan a li Yeşîldereyê girt şûnde, bazara sipiyan li Kahramanlar hat vekirin. Esnafên jin yên li bazarê Ozlem Derelî û Başak Kerdem, dan zanîn ku ji ber krîza aborî, hejmara kesên tên bazarê zêde bûye. Ozlemê daxuyakirin ku hêza dan û stendinê ketiye, kesên nikarin ji mexezayan tiştekî bigirin, tên vir.
 
Ozlemê destnîşan kir ku kesên ji pîşeyên cuda ji bo hewcedariyên cuda tên bazarê û got kesên ji înternetê firotinê dikin jî tên bazarê û got: “Li cihê me yê berê muşteriyên me yên daîmî hebûn. 6-7 meh berê kêm mirov dihatin. Lê her çû zêde bûn. Bi taybet xwendekar, şanoger û hunermend ji bo cil û bergan tên.”
 
‘Li mexezeyan biha ye’
 
Ozlemê di berdewamiyê de wiha got: “Krîzê bandor li ser her kesî kiriye. Hêza dan û stendinê ketiye. Kes nikarin biçin mexezeyan tên ji me dan û standinê dikin. Ji ber ku di buhayê alavên me anîne de guherîn tune ye. Heman alav tên bikaranîn. Ji nû ve tên bikranîn. Yên bi pereyê asgarî debara xwe dikin tên ji vir hewcedariyên xwe distînin.”
 
Başakê jî wiha got: “Mirov êdî her tiştî davêjin. Zû ji her tiştî eciz dibikin. Carna jin tên vir bi 1-2 TL cilan digirin û kumaşan ji nû ve dinirxînin. Ji nû ve dinexşînin û didrûn. Gelek kes beyî ku bifikirin dan û stanê dikin. Ez li dijî vê me. Tiştên hewcedarî pê tune ye divê neyên kirîn.”