'Li şûna çareseriyê, çavên civakê tên girtin'

  • 09:12 7 Mijdar 2019
  • Ked/Aborî
AMED - Rêvebira Giştî  ya Karan a Şaxa Yekem a Amedê Zeynep Demir Akçer di derbarê rewşa bêkariya jinên ciwan de bal kişand ser şîrketên lêkolînê yên tirkîyeyê. Zeynep wiha got; “Şaşitî û encamên iktidarê afirandiye bi jimarên şaş tên nixumandin. Rastiya jimara bêkaran nayê gotin.”
 
Li gorî lêkolînên Komeleya Serjimêriya Tirkiyeyê (TUİK) û Komeleya Tendirustiya Civakî (SGK) a di Tîrmeha 2018’an de hatiye kirin daneyê bêkariyê 3 milyon û 531 hezar bû. Car din li gorî lêkolîna di tîrmeha 2019’an de hatiye kirin de jimara bêkariyê gihaşt 4 milyon û 596 hezarî. Di salekê de bi qasî milyonek û 65 hezar zêdebûn nişan kir. Li gel van lêkolînan em li jimara şirketa lêkolînê a Konfederesyona Sendîkayên karkerên Şoreşger (DİSK – AR) daye nîşakirin temaşe bikin. Li gorî di  tîrmeha 2018’an de jimara bêkariyê 6 milyon û 130 hezar bû. Ev jimar di tîrmeha 2019’an de gihaşt 7 milyon û 364 hezarî. Di navbera salekê de bi qansî milyonek û 54 hezar zêdebûn destnîşan kir. Li gel vê jinên ku ji sedî 49.8 şêniyê tirkiyeyê pêk tîne rêjeya bêkariyê ji sedî 41.2 ye. Li gel nakokiyên şîrketên lêkolînê tiştê bal dikşîne mixabin rêjeya bêkariya jinan e. Ew jî di pîleyek gelek bilind de ye.
 
‘Rastiya qeyrana aborî û bêkarîiyê ji civakê re nayê gotin’
 
Zeynebê bal kişand ser rewşa nixumandina jimarên bêkariyê û qeyranê û wiha got; “Her roja derbas dibe rewşa qeyranê ber bi mezinbûnê ve diçe. Ev nîşan dide ku ew ê zû bi zû qeyrana aborî ya tirkiyeyê bi dawî nebe. Bi jimarek zêde ciwanên bê kar li tirkiyeyê hene. Hejmara jinên ciwan hîn zêde ye. Li gorî daneyên bêkariyê ya giştî ya ji sedî 14.7 e, bêkariya jinên ciwan ji sedî 16.9’e. Şaşitî û encamên iktidarê afirandiye nayên eşkerekirin. Ji bo van yekan binixumînin serî li riyên şaş didin, jimarên derdikeve nîşan nadin. Bi jimarek kêmtir û zimanek xemilandî  rewşa heyî vedibêjin.
 
‘Mêtingerî û deshilatdarî li her qadê kûr bûye’
 
Zeynebê bi diyarkirina rewşa şirketên lêkolînê re jinên ciwan ên bêkar nirxand û got; “Mafê jinan yê aboriyê jî ji destê wan hatiye dizîn.  Karên bi keda jinê hatiye kirin jî layiqê wan nayê dîtin. Di her alî de mêtingerî û serdestiyek li ser jinê tê meşandin. Yek ji van cihên ku gef lê zêde ne bê guman jiyana kar e. Ev dibe sedem ku jin ji jiyana civakê jî paşde bimîne. ji ber di qadên hilberînê de jin cih digirin bi qeyranê re di destpêkê de ew bi bandor dibin û di destpêkê de ew ji kar tên derxistin. Car din yê bê kar dimîne jin e.”
 
‘İktîdar dixwaze jinê muhafezekar bike’
 
Zeynebê wiha bi dawî kir:"Di cihên qeyran kûr bûne de nakokiya ked û sermayeyê derdikeve holê. Bê guman ev jî dibe sedema kûrbûna qeyranê. Her wiha tiştên ku ji jinan tê xwestin ku bê kirin, şuştina cilan, firaq, çêkirina xwarinê ye. Li şûna çareseriyê, çavên civakê tên girtin."