‘Sedema krizê iktidar e’

  • 09:02 2 Mijdar 2019
  • Ked/Aborî
AMED - Jinên kedkar ji bo debara malê bi salane li ber deriyê qebristanê fêkî û şînkayê yên ku bi xwe çandine difiroşin. Jinên fêkî û şînkariyên ku bi xwe diçînin û difiroşin tînin ziman ku ji ber qeyrana aborî ew gelek dikevin tengasiyê û dan zanîn ku hemû kes ji ber qeyrana aboriyê ya sedema wê îktidar e bêzar bûne. 
 
Jin her tim bi keda xwe jiyanek pîroz heq dikin. Bi salane dayikên ku karê çandiniyê dikin ji bo kiriya bostanên xwe derxin her pênşem li ber deriyê qebristana deriyê Mêrdînê kom dibin. Fêkî, dar, gul, şînkayiyên ku çandine tevî qeyrana aborî li vir bi buhayekî erzan difiroşin. Ji du dayikên li vir kar dikin Melek û Emîne wiha gotin: “Sedema qeyranê ji bilî iktidar û şerê dike pêdetir ne tiştekî din e. Em dibin mexdûrê van yekan.”
 
Melek Tulay bi qasî 40 salane ji Mêrdînê koçî Amedê kiriye. Ew di bostanên Hevselê de cîh ji bo xwe girtîye û bi karê çandiniyê re mijûl dibe. Kulîlk û darên ku bi xwe diçîne, av dide, mezin dike ji bo debara malê bike li ber Zîyareta deriyê Mêrdînê a di Surê difiroşe. Melek anî ziman ku wê bi hatina Amedê re dest bi karê çandiniyê kir û wisa got; “Ez debara xwe li ser vî karî dikim. Dar û gulan tînim vir ji bo firotinê. Heta krîzê debara me baş bû, lê mixabin niha weke me herkes hejar bûye. Rewşa me ne baş e êdî. Berê min heta saet 6’an dar û gulên xwe tev difirot. Niha ber bi xilasbûnê ve diçe wextê min lê min hîn yek jî nefirotiye.” 
 
‘Sedema krizê iktidar e’
 
Melek wiha berdewam kir; “Li her derê bûha zêde bûye. Lê tevî krîzê tenê li gel me bûha hatine daxistin. Em heqdesta ku heq dikin nagirin. Ji bo çareseriya vê rewşê û xilasbûna gelê hejar divê aştî pêk were. Sedema qeyranê ji bilî iktidar û şerê dike pêdetir ne tiştekî din e. Em dibin mexdûrê van yekan. Hêvîdar im her kes bikeve vê ferqê û di aliyê çareseriyê de gav  were avêtin.”
 
‘45 sal in karê çandiniyê dikim’
 
Emîne Bîlban a ku 45 sale ji Navçeya Hanê hatiye li Hevselê bi cîh bûye, karê çandin û firotina fêkîyan dike. Wê bi malbata xwe re parçeyên erd bi kirê girtiye. Ji bo ku debara malê bikin ew bi xwe çandiniyê, avdaniyê dike. Emîne wiha qala kar û xebatên xwe kir; “45 sal in karê çandiniyê dikim. Em beriya roj derkeve şiyar dibin û dest bi karên bostanan dikin. Tovên ku di berê de me ji fêkiyan bi dest xistiye em di werza wê de diçînin. Em bi zarok ve bi hev re dikevin ber çandina wan. Hinek bi avdaniyê, hinek ji me jî bi paqijkirina derdorê wan re mijûl dibe. Piştî mezinbûnê êdî em karê komkirinê dikin. Bi maşîneyên em bi kirê digirin re her pêncşemê em tînin ber deriyê qebristanê û difiroşin.”
 
‘Qeyran bandorek mezin li gel kir’
 
Emîne di dawiyê de wiha got; “Qeyran bandorek mezin li gel kir, em perîşan bûn. Me nedikarî li gor qeyranê buha diyar bikin ji ber ku wê hemû di destê me de bimînin. Li dijî wê me gelek erzan kirîye lê mixabin kiryar bi biha dibînin. Bihayê em difiroşin rojane debara me dernaxe. Em hêvîdar in çareseriyekê ji bo vê were pêşxistin.”