‘Hemû barê şer em ê hilgirin’

  • 09:23 1 Mijdar 2019
  • Ked/Aborî
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Jinan balkişandin ser enflasyon û rêjeya betaliyê ya bi sedema êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne û wiha got: “Hemû barê operasyonêem ê bigirin ser pişta xwe. Kes êdî ne kêfxweş e. Ji pêşerojê hêviya me nema.”
 
Yek ji pisgirêkên girîng ya li Tirkiyeyê krîza aborî û betaliya ciwanan e. Tirkiyeyê di 9’ê cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin. Bi komeke bi navê ‘Artêşa Netewî ya Sûriyeyê’ re hatin cem hev û êrîşê Sûriyeyê kirin. Hemû lêçûna şer jî bêguman dîsa ji bêrika gel derdikeve.
 
‘Ji pêşerojê bêhêvî ye’
 
Muberra Yilmaz ya ku teqawît bûye da zanîn ku li Tirkiyeyê êdî ruyê tu kesî nakene û got: “Polîtîkayên aboriyê yên hikûmetê şaş in. Mirov ne kêfxweşin û pêşerojê nabînin.”
 
‘Ewil jin ji kar tên avêtin’
 
Bahriye Şen jî wiha got: “5 meh berê ji ber krîzê ji kar hatim avêtin. Ewil jin tên derxistin. Du zarokên min hene. Ez ji bo pêşeroja wan bi fikarim. Em hewl didin bi muçeyê teqawîtbûnê debara xwe bikin. Rewş berê baştir bû. Yên ser me hewl didin gel bînin hember hev. Dewlemend dewlementir bûn.”
 
‘Mêr şer derdixin’
 
Fatma Kara jî destnîşan kir ku ji ber krîzê kargeha xwe girtine û wiha pê de çû: “Navendên dan û stanê yên mezin esnafên biçûk qedandin. Şer zêdetir bandor li ser krîzê kir. Mêr şer derdixin. Lê ger destûrê bidin jinan wê cîhan jî cuda be. Hişê mêran li ser şer e. Lê jin, zarok û kal û pîr zêdetir bi bandor dibin.
 
Fatma Samur jî balkişand ser zema tê kirin û diyar kir ku ew teqawîte û got: “Min 250 TL kişand. Wê jî didim fatureyan. Ez 50 TL xerc dikim. Wê bi şer hîn bêtir xerab be.”
 
Bertul Varli jî bi lêv kir ku zarokek wê heye û got: “Ez êdî naxwazim zarok bînim dinê. Pêşeroja me tune ye. Tu fêdeya şer ji bo gel tune ye. Di navberê de mirovên bêgûneh dimrin.”
 
‘Ciwan betal in’
 
Tugba Şenocak ya ku ji Beşa Sînema û Televîzyon Radyoyê ya Zanîngehê mezun bûye jî got: “Min di qada xwe de kar nedît. Ez çûm navenda bangê dixebitim. Betalî pir zêde ye. Ciwanên dixwazin biçe derveyê welat jî xayîn tên îlankirin. Lê li derveyê wela karê baş hene. Perwerde baş e. Lê li vir em dibistanê dixwînin vala ye. Kar tune ye. Ez zewicandî me lê naxwazim niha zaroka min hebe. Pêşeroj ne diyare. Betalî zêde ye. Dê û bavê min betal in.”
 
‘Şer bi her alî zirar e’ 
 
Xwendekara civaknasiyê Îlayda Kîparev jî ev tişt anî ziman: “Em diçin pirtûkxaneyan pirtûk girêdayê dolar bihayê wan zêde dibin. Lêçûna mutbexê jî bi heman awayî ye. Mirov êdî bêzar bûne. Mirov serî hildidin lê ev tenê di çapemeniya civakî de dimîne. Her tim rojev diguhere. Li hemû cîhanê polîtîka ji bo berjewendiya çînekê ye. Şer jî ji ber vê sedemê tê derxistin.”
 
‘Barê şer em ê hilgirên’
 
Hemşîreya teqawît Mujgan Ercîoglu jî daxuyakirin ku şer bar e û wiha pê de çû: “Me her tiştê xwe firot. Barê şer em ê rakin. Enflasyon ne ji sedî 9 ne, ji sedî 40-50 ye. Bibînin bazaran sûkan. Em nikarin sebze û fêkî bikirin.”
 
Jina bi navê Fîlîz Kaya jî diyar kir ku ew neçarin bi pereyê asgarî debara xwe bikin û got herî zêde, kirê, dibistana sê zarokên wê û nexweşxane wan dide zorê û got dewlet jî tu awayî alîkar nabe.
 
Eda Ataybet jî bi lêv kir ku tevî ku ew xwendekar e du karên cuda dike û got: “Ez dema tiştekî dikirim du caran difikirim. 15-20 sal çi bibe em nizanin. Betalî wê bi şer re hîn bêtir zêde bibe. Em ê 20 sal şûnde dikevin. Divê ji bo ciwanan jî îstîhdam pêk bê.”