‘Welatî li ber xwe didin, AKP jî ji bo şer pere xerc dike’

  • 09:19 31 Cotmeh 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Jinan diyar kirin ku krîza aborî ya li Tirkiyeyê didome, welat ber bi karasetê ve biriye û got: “Mirovan berê pîşe ji bo xwe difikirîn. Niha dibêjin em ê sibehê çi bixwin. Tirkiye li şûna êrîşê axa welatekî din dike, bila pirsgirêkên xwe çareser bike.”
 
Betalî, zema ji bo xurek û çavkaniyên enerjiyê tên kirin, polîtîkayên şer, krîza aborî aniye asta herî jor. Wisa bûye ku mirov bihêlin dan û stanê, difikirin ku çi bixwin. Pereyê gel têrî lêçûna mutbexa wan nake.
 
Li taxa Sixkê ya Îpekyol a Wanê, jinên çûn bazara gel berteka xwe wiha anîn ziman: “Li şûna êrîşê axa welatekî din dikin bila ewil pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
 
‘Xizan zêdetir xizan dibin’
 
Beyhan Aslan bi lêv kir ku mirov hatine sînorê birçîbûnê û wiha got: “Bi şer li welat aramî nehiştine. Rêjeya betaliyê her sal du qat dibe. Xizan zêdetir xizan dibin. Desthilatdarî li şûna êrîşê welatekî din dike bila pirsgirêkên xwe çareser bike. Em her diçin xizantir dibin. Her kes bi fikar e. Mirovan berê ji bo xwe pîşe difikirî niha dibêjin em ê çi bixwin.”
 
‘Berê me mast ji xwe re çêdikir, niha em nikarin bikirin’
 
Xeyla Îçînaz destnîşan kir ku ew hatine asta ku nikarin deynê xwe bidin û wiha pê de çû: “Malbatên bi zarok pirsgirêkên mezin dijîn. Berê me sewalkarî dikir. Lê ew jî qedya. Berê pezê me hebû. Me mastê xwe penîrê xwe çêdikir. Niha tu tiştekî me tune ye. Kîloya mast 5 TL ye. Em nikarin bikirin.”
 
‘Ji bilî krîza aborî tiştek neda me’
 
Rezan Ertug daxuyakirin ku ew nikarin hewcedariyên xwe yên sereke jî pêk bînin û got: “Em ji bazarê nîv kîlo an jî bi tekan tişt digirin. Zarokên min hevjînê min kar nabînin. Em nikarin debara xwe bikin. Em çi bikin? Dewletê ji bilî krîzê tu tiştek neda me.”
 
‘Zarok birçîne, dema kar tune be pere jî tune ye’
 
Yildiz Gulsum jî bertek nîşanê rewşê da û got: “Kîloya îsotê herî kêm 4 TL ye. Xurek pir biha ne. Ez her tim nikarim sebze û fêkî bikirim. Dema dikirim jî herî zêde kîloyek e. Nanek bûye 1 û nîv TL. Carna em nikarin nan jî bigirin. Her tişt bi pere ye. Dema kar tune be pere jî tune ye.”
 
‘Ez ê destvala vegerim’
 
Bahar Gulsum jî diyar kir ku berê bi sewalkariyê re mijûl dibin lê ji ber polîtîkayên dewletê sewalkarî jî qedyaye û got: “Jiyana bajar ji ber krîzê zehmet bûye. Sewalkarî qediya. Çavkaniya debara me tune ye. Ez hatim bazarê lê ez ê destvala vegeriyam. Em nikarin daxwazên xwe bikirin. Bila êdî çareseriyek bê dîtin.”