‘Betaliya jinan ji sala 2005’an heta derketiye asta herî jor’

  • 09:10 24 Cotmeh 2019
  • Ked/Aborî
STENBOL- Pispora DÎSK-AR Denîz Beyazbulut diyar kir ku ji ber krîza aborî li Tirkiyeyê betalî zêde bûye û got di dema krîzan de betaliya jinan du car zêde dibe, ji 2005’an heta niha betaliya jinan bi rêya ji sedî 41.2 derketiye asta herî jor.
 
Li gorî endamên Lêkolîna Hêza Kar a Malbatê ya dema Tîrmeha 2019’an a TUÎK’ê di 15’ê cotmehê de weşandiye û li gorî daneyên Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) ya Tîrmeha 2018’an; hejmara betalan a Tîrmeha 2013’an 3 mîlyon û 531 hezar bûye. Di Tîrmeha 2019’an de ev hejmar mîlyonek 65 hezar lê zêde bûye û bûye 596 hezarî. Li gorî Naveda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) bi awayekî berfireh hejmara betalan di Tîrmeha 2016’an de 6 mîlyon û 130 hezar bûye û ev di Tîrmeha 2019’an de mîlyonek û 54 hezar lê zêde bûye û bûye 364 hezar. Yanî rêjeya betaliyê di 2019’an de ji sedî 21 hatiye hesabkirin.
 
‘Betaliya jinan gihaştiye ji sedî 41,2’
 
Pispora Lêkolîner a DÎSK’ê Denîz Beyazbulut, diyar kir ku TUÎK her meh daneyên betalî û îstîhdamê aşkera dike û got ew wek DÎSK jî van daneyan digirin, dinirxînin û rapora betaliya alternatîf derdixin holê. Denîzê da zanîn ku li Tirkiyeyê betalî pir zêde ye û bi taybet jî di mehên havînê de ev rêje zêde dibe û got tevî ku havînê sektora turîzmê, Înşat û çandiniyê heye jî betalî zêde ye. Denîzê got bandora betaliyê ya li ser jinan girantire û got jin du car ji vê bi bandor in û rêjeya betaliya jinan gihaştiye ji sedî 41,1.
 
‘Betalî digihêje 7 mîlyonî’
 
Denîzê destnîşan kir ku daneyên ji aliyê TUÎK’ê ve hatine aşkerakirin, rêjeyên betaliyê ya teng hatiye nirxandinê ye û got: “Daneyê TUÎK’ê daneyên xwe dispêrin anketan e. DÎSK-AR kesên ku hêviya xwe ji kar birîne jî tevlî rêjeyan dikin. TUÎK van naxe hesab, lê ev alî jî betal e. Komeke kesên hêviya xwe birîne an jî ji bo xebatê amade ne ya mîlyonekê derbas dike heye. Dema ev jî lê bên zêdekirin hejmara betalan 7 mîlyonî derbas dike.”
 
‘Tirkiye di krîzê de ye’
 
Denîzê bal kişand ser krîza aborî ya ku Tirkiye ji Tebaxa 2018’an de ye tê de ye û wiha dawî lê anî: “Daneyên sanayiyê, daneyên mezinbûn, nîşaneyên makro û mîkroaboriyê nîşan dide ku Tirkiye di krîzek mezin de ye. Ev jî betaliyê zêdetir dike.Betaliya jinan hîn zêdetir e. Ji 2005’an heta niha betaliya jinan derketiye asta herî jor.Her wiha divê sîgortaya betaliyê jî çalak be.”