‘Şer ji bo krîza aboriyê gefeke mezin e’

  • 09:07 21 Cotmeh 2019
  • Ked/Aborî
Medya Uren 
 
AMED - Endama Navenda Lêkolîna Siyasî û Civakî Yuksel Genç, di axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî û got: "Li Tirkiyeyê demek dirêjê krîza aborî heye. Her wiha şer jî gelek aliyan ve krîza aborî kûr dike. Aboriya welat ber bi xetereyeke mezin ve diçe ku carekî din vegera wê tune be."
 
Qeyrana Aborî a ku her tim di rojevê de ye, li Tirkiyeyê bûye yek ji pirsgirêka herî mezin. Buhabûna ceyran, gaza xwezayî, xwarin, vexwarin û her cûreyên pêdiviyên rojane jiyan felç kiriye. Bê guman bandora herî mezin a ku krîz diafirîne jî şer e. Tirkiyê di 9’ê Cotmehê de li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşê kir. Ev bê guman pirsa Tirkiye bi kîjan aboriyê şer dike tîne hişê me. Endama Navenda Lêkolîna Siyasî û Civakî Yuksel Genç li ser bandora şer û rewşa aborî nêrînên xwe anî ziman.  
 
'Krîza aborî û bandorên wê gelek in'
 
Yuksel, diyar kir ku Navenda Lêkolîna Siyasî û Civakî di salên dawiyê de li ser krîza aborî û bandora krîzê ya li ser civakê lêkolînek kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Welatiyên li Tirkiyê di demên dawiyê de qala krîza aboriyê dikin. Kesên ku dibêjin em ji krîza aborî bi bandorbûnê ji sedî 94 e. Ev hejmareke gelek mezin e. Niha ji sedî 90 esnaf nikarin frotinê bikin û êdî malbat nikarin pêwîstiyên rojane jî pêşwazî bikin. Her wiha ji sedî 70 kes bêkar in. Di nav gelek malbatan de jî ji yekî zedêtir bêkar hene. Li gorî lêkolîna ku me kir, krîza aborî dibe sedem ku tenduristiya mirovan jî bixe nava xetereyê. Ji ber ku ew êdî nikarin derman bistînin û biçin nexweşxaneyan jî. Ji nîvê zêdetir kesên tevlî lêkolîna me bûn da zanîn ku ew nikarin dermanên xwe yên dewamî jî bistînin. Ji derveyî wê pêdiviyên weke cil û berg, xanî, maşîne qet nayê fikirîn jî.”
 
‘Çareseriya krîza aboriyê ne hêsan e' 
 
Yuksel li ser encamên krîzê afirandiye rawestiya û wiha nêrînê xwe par vekir: "Êdî civak bi bêkariyê re hatiye wê rewşê ku êdî pêdiviyên xwe yên rojane nikarin pêşwazî bikin. Xalên ku me parvekirine bi awayekî vekirî rewşa civakê diyar dike. Niha li Tirkiyeyê êdî pirsgirêka krîza aborî bûye roja ne. Ev dide diyar kirin ku krîza aborî ber bi rewşek pir xerab ve rê girtiye ku wê çareserkirina wê ne hêsan be jî.”
 
‘Jiyana rojane têk diçe' 
 
Yuksel, da zanîn ku krîza aborî bêtir li ser malbatê bi bandore û got: "Edî ev yek rê li ber qeyrana civakî vedike. Di nav civak û malê de pevçûnên mezin derdikevin holê. Heya rê li ber bidawîkirina zewacê, derûniya xirab û nexweşiyên cûr be cûr vedike. Jiyana kesan a rojane, civakî, aborî di aliyê pîskolojîk de êdî têk diçe. Her wiha ev tişt dibe sedema întiharê jî."
 
'Li Tirkiyeyê her tim krîza aboriyê hebû'
 
Yuksel, diyar kir berê jî krîza aboriyê li welatî hebû û wiha axivî: "Di demên berê de jî li Tirkiyeyê krîzên mezin ên aboriyê pêk hatin. Di nav mehekî de ji sedî 15 ceyran û gaza xwezayî hat bûhakirin û diyare ku dê pêşerojê jî bûhabibe. Rastiyek jî heye ku cihê ku herî zêde ji bûhabûnê bi bandor nebûyî bajarên ku kurd dijîn. Ji ber ku li vir têkiliya civakê bêhtir li pêş e. Alîkariyê li hev dikin. Çanda ku di nava civakê de li pêş ketî, piştî ku malbat hînê bajarîbûnê bûn ev çand jî bi taybetî li bajar û metrepolên Tirkiyeyê winda bûn. Kêmbûna têkiliyên bi vî rengî bû sedema malbat ji krîza aboriyê behtir bi bandor bin."
 
‘Polîtîkayên îktîdarê bûn sedema krîza aboriyê' 
 
Yuksel, di axaftina xwe de bal kişand ser lêkolîna TUÎK'ê ya ku li ser sînorên xizaniyê hatî kirin û got: “Di encamên derketî de hat diyarkirin ku di rêjeyeke mezin de welatî di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Her wiha li gorî lekolîna me kir jî ji sedî 57 welatî da zanîn ku sedema krîza aboriyê hikûmet bi xwe ye. Li gorî welatiyên din jî pirsgirêka kurd, êrişên li derveyî sînor û polîtîkayên iktîdarê dibe sedemê mezinbûna krîzê.”
 
'Di nav civakê de kaoseke mezin diafirînin'
 
Yuksel, di şîroveyên xwe de qala êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û wiha axaftina xwe domand: "Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin dê krîza aborî ya Tirkiyeyê bi awayekî giran bandor bike. Ji xwe diyar e ku dewletê binketiye û wê zû ji bi ser xwe ve neyê. Ev encam diyar bû, bi wan pêkhatiyan Tirkiye dixwaze di nava civaka xwe de kaoseke mezin biafirîne. Niha bi polîtîkayên êrîşê krîza aboriyê paşguh dike. Bi wî rengî gel mecbûr dike hîn dike û îdare dike."
 
Yuksel wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo aboriya şer çi ji destê wan tê dikin. Gotinên van ên netew û netewperestî jî xizmetê dide aboriya şer. Şer ji gelek aliyan ve qeyrana aborî kûr dike. Aboriya welat ber bi xetereyeke mezin ve dibe û carekî din vegera wê tune be."