30 sal in heman karî dike: Heta hêza min têr bike ez ê bixebitim

  • 09:09 19 Cotmeh 2019
  • Ked/Aborî
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Fatma Karataş ku 30 sal in alavên mutbexê yên ji darên sêv, hirmî, şîmşîr hatine çêkirin, difroşe diyar kir ku ji bo tenduristiyê divê kevçiyê darîn bê bikaranîn.
 
Fatma Karataş li kolana Înonu ya sûka navendî ya Edenê alavên mutbexê yên darîn difroşe diyar dike ku 30 sal in vî karî dike û bi lêv kir ku tevî şert û mercên xebatê û krîza aborî ew neçarin bixebitin û got divê her kes pereyê xwe qezenc bike.
 
Fatma ku sibehê saet di 07.00’an de li Kolana Înonu cihê xwe digire, di her şert û mercên hewayê de karê xwe dike û 4 berheman bi 10 TL difroşe. Fatma wiha dibêje: “Divê berhemên bi tendurist bên bikaranîn. Ev berhem zêde zêde li mutbexan tên bikaranîn. Ez ji karê xwe pir kêfxweşim. Ez berhemên ji bo tenduristiyê baş in difroşim. Ez li ser piyê xwe disekinim û ne hewcedarê kesî me.”
 
‘Her tiştî ji jinan dipên’
 
Fatmayê destnîşan kir ku hevjînê wê nexweşe û ji ber vê tenê dixebite, kirê dide û li 4 zarokên xwe dinêre. Fatmayê wiha dawî li axaftin xwe anî: “Ji roja hevjînê min nexweşe hemû bar kes ser milê min. Ez neçarim bixebitim. Ji bo malbata xwe. Ez zehmetiyan dikşînim lê ji bo min ne pirsgirêke. Em diçin malê li malê jî kar li bendê me ye. Zarok diçin dibistanê. Em xwarinê çêdikin. Rewşa jinan bi rastî zehmet e. Her tiştî ji me jinan dipên.”