50 malbatên hatin Panosê di konan de dijîn

  • 09:09 14 Cotmeh 2019
  • Ked/Aborî
AGIRÎ - Malbatên ji bo debara xwe bikin zivistanê li Stenbolê û havînan jî li Agiriyê di konên ku vedikin de dijîn û cil û bergan difroşin, beyî av, ceyran û di şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomînin. Jinan diyar kirin ku ew di konan de dijîn û wiha gotin: “Dewlet çi bixwaze dibîne lê li vir 50 malbat dijîn, me nabîne. Tenê tiştên dixwazin dibînin.”
 
Ji ber krîza aboarî, li bajarên Tirkiyeyê koçberiya navxweyî tê jiyîn. Ji bajarên Riha û Dîlokê nêzî 50 malbatî, ji bo cil û berg, pêlavên kevn bifroşin hatine Panos a Agiriyê û li wir kon vedane, li ser tezgahên avakirine van tiştan difroşin. Piraniya jinan 30-40 sal in vî karî dikin. Ji aliyê din jî bi xwarin û karên din re mijûl dibin. Bi hatina zivistanê re, malbat neçar dimînin biçin bajarên wek Stenbol û Xerpêtê.
 
25 sale vî karî dike
 
Kezban Tutak diyar kir ku li navçeya Nîzîp a Dîlokê hatiye dinê, di 8 salî de bi dayika xwe re dest bi firotina cil û bergên kevn kiriye û di 17 salî de hatiye zewicandin û li Îskenderunê bi cih bûye. Kezban li wir jî bi hevjînê xwe re vî karî dike û 25 sale vî karî dike. Kezbanê destnîşan kir ku bi 5 zarokên xwe re neçar mane koçî Agiriyê bikin û got ew ji ber zarokên xwe gelek xemgîne, ji ber serma û axê nexweş dikevin û nikarin biçin dibistanê.
 
‘Em konteynirê dixwazin’
 
Semra Ozer jî bi lêv kir ku ew zivistanê diçin Stenbolê, havînan jî tên Panos a Agiriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo debarê divê em jin û mêr bi hev re bixebitin. Qe nebe divê konteynirekê bidin malbatan. Yek hewcedariyên herî sereke, ceyran û av e. Tunebûna van jiyana me dike zehmetê.”
 
‘Qezenca rojane 50 TL ye’
 
Gulcan Ozkaplan jî jiyana rojane bi kurtasî wiha vegot: “Em sibehê zû radibin, cilan ji çewalan derdixin û li ser tezgahan radixin. Em nîvro amadekariya xwarinê jî dikin. Ligel vê em bi tezgah û zarokan re jî eleqeder dibin. Ber bi êvarê em dîsa tezgehê kom dikin. Rojên baran bibare em bi brandayan cilan diparêzin. Qezenca me ya rojane 50 TL ye. Em vî pereyî jî ji bo zarok û lêçûnên xwe xerc dikin. Dewlet her tiştî dibîne lê li vir 50 malbatî nabîne. Ew tenê tiştên dixwaze dibîne.”
 
‘Em êdî dixwazin rehet bikin’
 
Fîlîz Zurnaci jî 30 sale vî karî dike û got ji ber kar bi gelek nexweşiyan jî ketiye û got ew êdî dixwazin hinekê rehet bikin.
 
Îsmîhat Korkut jî balkişand ser krîza aborî û wiha dawî lê anî: “Gelê tê vir, cilan erzan dibînin û ji ber vê dixwazin bigirin. Ji ber nikarin li mexazeyan dan û standinê bikin, cilên kevng digirin.”