‘Qeyûm rewşa sazîbûna şîdetê ye’

  • 09:11 8 Cotmeh 2019
  • Ked/Aborî
WAN - Endamên Meclîsa Jinan a Tumbel-Sen diyar kirin ku tayînkirina qeyûman êrîşek li dijî destkeftiyên jinan e û got: “Qeyûm sazîbûna êrîş û şîdetê ye. Divê hemû jin li dijî qeyûman têbikoşin.”
 
Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 2016 û 2019’an şûnde Wezîrê Karên Hundir ji bo şaredariyên HDP’ê yên hatibûn qezenckirin qeyûm tayîn kirin û bi vê jî destkeftiyên jinan hedef girtin. Di 2016’an de ji bo 96 şaredariyan qeyûm hat tayînkirin û ewil berê xwe dan pergala hevserokatiyê. Li hevşaredaran gelek lêpirsîn hatin vekirin û gelek jî hîna ji ber ku ev pergal pêk anîne tên darizandin.
 
Piştî qeyûm hatin tabelayên Midûriyetên Polîtîkayên Jinan daxistin û hemû saziyên jinan, navendên jinan, xeta alo şîdet, stargeh girtin. Jinên li stergehan bûn, piştî van pêkanînan nexwestin biçin stargehên dewletê û ji ber vê vegeriyan cihên ku şîdet didîtin.
 
Di hilbijartinên 31’ê Adara 2019’an de jî gel ji rêveberiya qeyûm re got ‘na’ û dengên xwe dan HDP’ê. Lê dîsa darbe li îradeya gel hat xistin û di 19’ê tebaxê de ji bo şaredariyên HDP’ê yên Wan, Mêrdîn û Amedê qeyûm hat tayînkirin.
 
Jin li Wanê hatin cem hev
 
Endamên Sendîkaya Kedkarên Ximzeta Rêveberiyên Herêmî û Hemû Şaredariyan (Tum Bel-Sen) şahidên hemû geşedanên li şaredariyan yên dema qeyûman e. Meclîsa Jinan a Tum Bel-Senê, bi tevlîbûna endamên xwe yên ji her derê Tirkiyeyê li Wanê civîn pêk anîn. Di civînê de der barê êrîşên li hember destkeftiyên jinan û têkoşîna li dijî vê de atolye hatin kirin. Endama Şaxa Hejmar 2 a Enqereyê Elîf Gul û Sekretera Şaxa Hejmar 5 a Tum Bel-Sen a Stenbolê Nazîfe Bayrak Tosun, nêzîkatiyên zayendperest yên li hember jinan, pêvajoya qeyûman û bandora wan ya li ser jinan nirxand.
 
‘Jinan bi kedek mezin ev destkeftî bidestxistin’
 
Elîf ku 27 sale dixebite diyar kir ku jin di nav malbatên xwe de nikarin xwe îfade bikin û rastî şîdetê tên û wiha got: “Zîhniyeta serdest a mêr xwe li her derê dide der. Mêrên ji xwe re dibêjin em sosyal demokratin an jî şoreşgerin, naxwazin jinek serkeftî li pêş xwe bibînin. Di henekên wan de jî zîhniyeta mêr tê dîtin. Ez ji aliyê karsazan ve rastî zextan hatim. Qeyûm jî sazîbûna êrîş û şîdetê ye. Jinan bi salan bi keda ku dan gelek tişt bi destxistin. Lê qeyûm êrîş dikin. Em vê tu car qebûl nakin.”
 
‘Li vir OHAL bi awayekî fîlî didome’
 
Nazîfe Bayrak Tosun jî civîn nirxand û got: “Realîteya vir gelek cuda ye. Li vir OHAL hîna bi awayekî fîlî tê meşandin. Dîsa rastiyên KHK’ê. Ligel vê cara duyem xespkiria îradeya gel. Ev hevdîtin armanca wê ev bu ku zor û zehmetiyên tên jiyîn bên dîtin. Li dijî destkeftiyên jinan êrîşên mezin hene. Ev êrîş girêdayê polîtîkayên desthilatdariyê ye. Divê jin hemû bi hev re têbikoşin. Pergala hevserokatiyê rastî êrîşê tê. Qeyûm li dijî destkeftiyên jinan êrîşek mezin e. ji ber vê divê hemû jin bi hev re têbikoşin.”