Di meha îlonê de 11 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan

  • 13:49 7 Cotmeh 2019
  • Ked/Aborî
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) rapora xwe ya meha îlonê aşkera kir û got di meha îlonê de 145 karker jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê di 9 mehên dawiyê de 320 karker jiyana xwe ji dest dane. 
 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) rapora xwe ya meha îlonê aşkera kir. Li gorî rapora meha îlonê 145 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî ÎSÎGM'ê di 9 mehan de herî kêm hezar û 320 kes jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di rapora ku hatî aşkerakirin de karker û karmend tevahî 122 kes û cotkar û esnaf tevahî 23 kesî di dema kar de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat destnîşan kirin ku li gorî daneyan 11 jin û 134 mêr di dema kar de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 6 zarokên karker jî hêj di temenê 14 salî de dema kar dikir jiyana xwe ji des da. Dîsa 9 penaber jî bûn kurbana cînayetên ser kar. Ji wan 4 afgan, 2 ozbek, azeriyek, rusek û ukraniyek jiyana xwe ji dest dan. Di nav 9 mehên dawiyê de bi tevahî 91 penaber dema dixebitin jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di meha çîleyê159, sibatê 127, adarê 114, nîsanê 153, gulanê 164, hezîranê 131, tîrmehê 178, tebaxê 149 û îlonê de jî 145 karker jiyana xwe ji dest dan.