Berteka li hember zemê: Ma em di tariyê de run in?

  • 09:29 6 Cotmeh 2019
  • Ked/Aborî
Gulîstan Azak
 
MERSÎN - Welatiyan bertek nîşanî dema ji bo fatureyên ceyranê û zêdebûna bacan da û ji hikûmetê re wiha gotin: “Ma em di tariyê de run in, em çi bixwin çi vexwin? Êdî bes e, em vê heq nakin. Dest ji gel berdin.”
 
Bi zema dawî ya ji sedî 14,9 hat kirin re welatî wê gelek tengasiyê bikşînin. Ji ber bi zema dawî ya ji bo ceyranê hatiye kirin û zêdebûna bacan gel bi bertek e. Beriya hilbijartinên 31’ê Adarê di meha çile de Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku wê ji sedî 10 daxistinek pêk bê lê tevî hat gotin ku wê zem neyê kirin jî piştî hilbijartinan du caran ceryan hat zemkiriın.
 
Li Parka Ataturk a Mersînê me nêrînên welatiyan der barê zemê de girt. Welatiyan bertek nîşanî hikûmetê da û dan zanîn ku hertit hatiye asta ku nayê kirinê.
 
‘Em ê bi pereyê asgarî çi bikin’
 
Aysel Bakran destnîşan kir ku bavê wê bi pereyê asgarî dixebite û wekê din kes li malê naxebite û wiha got: “Zivistan tê. Em bi vî pereyî çi bikin gelo. Em bidin kirê, em bidin ceyranê em bidin perwerdê an jî tenduristiyê. Wê gelek zehmet be. Divê hikûmet êdî dest ji zeman berde. Êdî bes e. Pereyê tê mala me li holê ye. Em rojên zehmet dijîn. Li ser vê jî zem tên kirin. Tu kes vê heq nake.”
 
‘Em ji tirsan firinê venakin’
 
Bedriye Şahîn jî banga ‘Bi gel re mijûl nebin’ li hikûmetê kir û pirsa ‘gelo em ê çawa bi pereyê asgarî debara xwe bikin’ kir. Bediyeyê ev tişt bi lêv kir: “Em êdî nizanin çi bikin. Em ji tirsan nikarin firina li malê vebikin. Ma em ê li mala xwe xwarinekê çênekin, em mala xwe paqij nekin. Em di tariyê de run in? Li pişta gel siwar bûne. Fatureya tê, em birçî bimînin jî divê e bidin. Vê li me rewa dibînin. Em çi bikin? Her me zem dikin. Tê gotin ku wê zem bidomin. Vî gelî guneh e. Malbata min li Semsurê ye. Ji ber tunebûnê ez nikarim biçim cem wan. Keça min du zanîngeh qedandiye lê hîna karê wê tune. Psîkolojiya wê xera bûye. Em pere didin lê dibêje ez şerm dikim. Rewşa ciwanên me li holê ye.
 
‘Ez yek ji 4 mîlyon betalalan yek im’
 
Emel Bozdogan jî got ew jî yek ji 4 mîlyon betaliye û got her roj diçe ÎŞKUR’ê û wiha got: “Betalî bi zemê re wê zêde bibe. Gel hatiye asta ku nikarin bijîn. Em ê nikaribin ceyranê bikar bînin. Em ê di tariyê de runin. Bi salan e li kar digerim. Min karek nedît. Rêjeya betaliyê jî diyar e. L ise vê jî her tim zem tên kirin.”