Sevîm Vural: Hejmara jinên hewldêr pir kêm in

  • 09:05 2 Cotmeh 2019
  • Ked/Aborî
AMED - Berdevka Demî ya Meclîsa Jinan a DTSO Sevîm Vural, diyar kir ku newekheviya zayendî herî zêde di qada aboriyê de tê dîtin û li welat hejmara hewldêrên jin gelek kêm in û got: “Em wek meclîs, bi biryar in ku, ji bo jin pisgirêkên xwe û zehmetiyan çareser bikin, piştgiriyê bidin.” 
 
Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) ji bo hejmara jinên hewldêr zêde bibe û endamên jin tevlî biryarên mekanîzmayê bibin, di bin bana xwe de meclîsek ava kirin. Li Tirkiyeyê tiştekî yekem pêk hat û di bin bana DTSO de Meclîsa Jinan hat avakirin û di 27’ê nîsanê de bi hilbijartina hat kirin de endamên xwe yên ji 48 pêk dihat hilbijartin. Meclîsa Jinan civîna yekem di 23’ê gulanê de pêk anî, endamê lijneyê yên 11 kesî pêk dihat diyar kir û dest bi xebatan kir. Meclîs hedef dike ku bi saziyên aborî û rêxistinên pîşeyî re nûneriyê xurt bikin. Berdevka Demî ya Meclîsa Jinan Sevîm Vural der barê xebatan de nirxandin kir û got li ser hewcedariya xebateke ku îstîhdam, ked û hewldêriya jinan xurt bikin ava bûne.
 
‘Em xebatek entegre armanc dikin’
 
Sevîmê bi lêv kir ku ev xebat bi armanca pêkanîna rola zayenda civakî û jin di qada aboriyê de bê dîtin, tê kirin û got ji bo meclîsa jinan a DTSO ava bikin, lêkolînên berfireh kirine û wiha pê de çû: “Em li ser rêziknameyê gelek xebitîn. Di mînakên me dîtin de, di meclîsên ji bo jinan hatine avakirin de, me dît ku jin li qadên girtî xebat û komîsyonên wan hene. Aliyê herî xweş ya xebata me ev e ku xebatên me yên bi meclîsa jinan re gelek cuda ye. Em xebatek entengreyê ya bi meclîsa odeya bazirganiyê re hedef dikin. Ji xwe rêziknameya me jî di vê esasê de ava bû. Me salnameya hilbijartinê ava kir. Ji bo vê serlêdan hatin kirin. Serlêdanên hevalên me yên ji bo endamtiyê hat girtin. Di meha nîsanê de hilbijartin hat kirin û meclîsek ji 48 kesî pêk dihat hat avakirin.”
 
‘Em bi biryar in ku piştgiriyê bidin jinan’
 
Sevîmê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Armanca DTSO’yê ev e ku jin di qada aborî de bên xurtkirin û tevlî mekanîzmayên biryarê bibin. Pêngava yekem a ewil a DTSO’yê jî avakirina Meclîsa Jinan bû. Em wek meclîs, bi biryar in ku, ji bo jin pisgirêkên xwe û zehmetiyan çareser bikin, piştgiriyê bidin. Me ne serokatî, me berdevkiya demî tercîh kir. Em bi pergaleke demokratîk ketin vê rê. Me li ser esasê sîstemek demokratîk dest bi rêwitiya xwe kir. Gotina serokatiyê gotinek nêr e. Wekî jin hedefa me ew e ku bi saya tecrubeyên xwe em hêzê bidin hevdu. ”
 
‘Em ê xwe bigihînin hemû jinan’
 
Sevîmê her wiha destnîşan kir ku hedefa wan ev e ku xwe bigihînin hemû jinên hewldêr û got ew dixwazin hemû jinên dixebitin li qadan cih bigirin û got jin bi hev re xurt in, dixwazin jin di mekanîzmayên biryarê de cih bigirin.