Jinên Efrînê: Em çanda dayikên xwe her bidomînin û zindî bikin

  • 09:01 2 Cotmeh 2019
  • Ked/Aborî
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne bi alîkariya Desteya Aborî ya herêma Efrînê kargehek çêkirina munetê li Navçeya Ehdas a Şehbayê vekirin. Jinên ku cihê xwe di kargehê de girtine axivîn û gotin: "Em ê li her deverê çanda dayikên xwe bidomînin û zindî bikin, em ê ji bo pêdivîyên gelê xwe her tim di nava liv û tevgerê de bin."
 
Bi armanca berdewamiya berxwedana gelê Efrînê ya li Şehbayê, Desteya Aborî xwest bi riya vekirina kargeha çêkirina munetê çanda gelê kurd zindî bike. Jinên ku li Navçeya Ehdasê cihê xwe di kargehê de digirin û bi hev re jiyanek hevpar didomînin, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.
 
'Em jin bi hev re pêdîviyên gel pêk tînin'
 
Jina bi navê Fîdan Yûsif a ji gundê Etmana ya Reco ya Kantona Efrînê li ser projeya ku vekirine axivî û got: "Em jinên Efrînê piştî koçberiyê û zehmetiyan, me hêz ji êşa xwe girt û me berxwedana xwe domand. Niha me kargehek ji bo çêkirina tiştên mûnetê bi alîkariya hemû jinan vekir, him ji bo berdewamiya berxwedanê him jî ji bo nûkirina çanda Efrîniyan. Em jin bi hev re pêdîviyên gel pêk tînin û alîkariya wan dikin."
 
‘Jina Efrînî ji tunebûnê hebûnê diafirîne’
 
Fîdanê diyar kir ku jina Efrînî ji tunebûnê hebûnê diafrînê û wiha dom kir: "Jina Efrînî ji hebûnê tunebûnê diafirînê û jiyanê berdewam dike. Bi alîkariya Desteya Aborî me ev karkegh vekir, 50 jin di kargehê de kar dikin. Em ê bi îrade û vîna jinê vegerin Efrînê. Jin dikare her tiştî ji bo welatê xwe bike."
 
‘Em ji dayikên xwe fêrî çanda xwe bûn’
 
Her wiha jina bi navê Bêrîvan Şêxo ya ku cihê xwe di kargehê de girtiye axivî û got: "Ev salek di kargehê de cihê xwe digirim û xebat dikim. Em jin li hevdu kom dibin û karên xwe bi rihekî komînal didomînin, em hemû pêdîviyên malê çêdikin weke 'Firîk, cûreyên reçelan û hejîrên hişk'. Kar bi awayek rêk û pêk dimeşe, em hemû jin ji bo paqijiyê bi cilên paqij û lepikan kar dikin. Em bi karê xwe serbilind in. Em çanda xwe ya Efrînê didomînin yên ku ji dayîkên xwe fêr bûne."
 
‘Em nikarin di malê de rûnin û kar nekin’
 
Jina bi navê Semîra Muhemed a ji Efrînê û niha li navçeya Ehdas a Şehbayê bi cih bûye wiha behsa karê xwe kir: "Berhemên ku me bi dest xistine ji qirêjiyê diparêzin. Em jinên Efrînê rûniştina li malê qebûl nakin ji ber vê yekê hemû jinên ku li Ehdasê bi cih bûne berê xwe didin kargehê ji bo pêkanîna pêdîviyên xwe û zindîkirina çanda xwe ya li hember dagirkeriya dewleta tirk."