‘Fatura valahiya butçeyê wê li gel bê birîn’

  • 09:07 28 Îlon 2019
  • Ked/Aborî
MERSÎN - Jinên kedkar, diyar kirin ku dewlet valahiya butçeyê ji ser kedkaran temam dike û bertek nîşanî bêdadiya bacê û dahatiya welat dan.
 
Cudahiya dahatûyê ya navbera dewlemend û xizanan de pir zêde bû. Lê pergala bacê ji bo hemû kesî wek hev e. Ev rewş herî zêde kesên bi bordo dixebitin, bi bandor dike. Dema aborî dikeve tengasiyê, dibe sedema valabûna qaseya dewletê jî. Pergal bi taybet di demên krîzê de xwe dike zorê û dibe sedema valahiya butçeyê. Tevî Bankaya Navendê ji para karê ya sala 2018’an û akçeyên zêde yên dema borî 78 mîlyar TL şand jî, di 8 mehên ewil ên salê de valahiya butçeyê 68 mîlyar TL ye. Ji ber betalî roj bi roj zêde dibe, baca hatinê ya ji meaşê karkeran jî kêm bû. Zêdebûna baca hatinê ya desthilatdariyê hesab dikir ji sedî 23,7 be, ji sedî 19.9 ma.
 
Hedefa wan a di hatina Baca Nirxa Zêdekirinê (KDV) ket xwarê. Hedefa Baca Bikarhêneriya Taybet (OTV) ya bi hedefa petrol û gaza xwezayî ji wesayîtên motorê hat girtin jî pêk nehat. Bikarhêneran dest ji bikarhêneriyê berdan, bac jî neket qaseya dewletê.
 
Welatiyan der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku dewlet hewl dide valahiya butçeyê ji ser gel temam bike û bertek nîşanî bêdadiya bac û dahatûya li welat, dan.
 
‘Divê pergal bi edalet be’
 
Ayşe Kiliçaslan diyar kir ku kesên xizan û dewlemend wek hev bacê didin dewletê, lê ev bêdadiyek mezin e û wiha got: “Em dixwazin ku pergal bi edalet be. Gelo ma baca ji kesên dewlemend û xizan tên girtin divê wek hev be? Jixwe em bi zehmet qezenc dikin. Valahiya butçeyê dîsa ji me tê girtin.”
 
Îlknur Kaya jî diyar kir ku divê baca ji welatiyan tên girtin li gorî kesan biguhere û wiha got: “Qezenca gel, pereyê dikeve mala mirovan diyar e. Zema tê kirin jî li holê ye. Ji ber vê divê bac kêm bin. An jî wê her tişt ji bo gel gelek zehmet be.”