Rêxistineke Almanî piştgirî da kampanya li dijî darvekirinê

  • 12:10 19 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Çep a Destwerdanê ya Almanyayê piştgirî da kampanya KJAR'ê ya li dijî darvekirinên li Îranê.
 
Rêxistina Çep a Destwerdanê ya Almanyayê bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanya Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) a li dijî darvekirinên li Îranê.
 
Di peyamê de hate gotin: "Bi navê Çep a Destwerdanê em cezayê îdamê bi tundî şermezar dikin ku rejîma Îranê ya dijminê jinê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihmedî birî ye. Em dixwazin, cezayê mirinê bê betalkirin.
 
Em li vê derê piştgiriyê didin şoreşa femînîst a li Îranê û Rojhilat.
 
Em dibêjin, na ji darvekirinê re!
 
Erê ji jiyana azad re!
 
Jin, Jiyan, Azadî!"