Rêxistineke Almanî piştgirî da kampanya li dijî darvekirinê 2024-08-19 12:10:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Çep a Destwerdanê ya Almanyayê piştgirî da kampanya KJAR'ê ya li dijî darvekirinên li Îranê.   Rêxistina Çep a Destwerdanê ya Almanyayê bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanya Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) a li dijî darvekirinên li Îranê.   Di peyamê de hate gotin: "Bi navê Çep a Destwerdanê em cezayê îdamê bi tundî şermezar dikin ku rejîma Îranê ya dijminê jinê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihmedî birî ye. Em dixwazin, cezayê mirinê bê betalkirin.   Em li vê derê piştgiriyê didin şoreşa femînîst a li Îranê û Rojhilat.   Em dibêjin, na ji darvekirinê re!   Erê ji jiyana azad re!   Jin, Jiyan, Azadî!"