Kovara Jin bi berga 'Hûn nikarin jinan teslîm bigirin' derket

  • 10:16 18 Tebax 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Hejmara nû ya Kovara Jin bi berga "Hûn nikarin jinan teslîm bigirin" derket. 
 
Hejmara 77'an a Kovara Jin derket. Kovar di vê hejmarê de balê dikişîne ser êrîş û desteserkirina mafên jinên Kurd ên bi polîtîkayên şerê taybet. Kovar balê dikişîne ser şer û bandora wê ya li ser jinan û bi taybet binpêkirinên mafan ên ku jinên Kurd ji ber şer rû bi rû dimînin.
 
Ruşen Seydaoglû di gotara xwe ya bi sernavê "Şerê bê dewlet, bêcezakirin û rêbazên berxwedanê yên jinan" de balê dikişîne ser alîgiriya darazê û polîtîkayên bêcezakirinê yên sûcên li hemberî jinan tên kirin.
 
Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:
 
"Oya Açan, di gotara xwe ya bi sernavê "Hûn nikarin jinan teslîm bigirin!" de behsa polîtîkayên şerê taybet ên di dîrokê de dike û balê dikişîne ser polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jin û ciwanên Kurd tên meşandin.
 
Eylem Saruca di gotara xwe ya bi sernavê "Li dijî tundiya zayendîparêz berxwedaneke birêxistinkirî" de balê dikişîne ser berxwedana ku jinan li dijî newekheviya zayendî û şîdetê di pêvajoya dîrokî de pêş xistiye.
 
Gulan Çagîn Kalelî di gotara xwe ya bi sernavê "Pergala darazê ya Tirkiyeyê amûra şerê taybet" de balê dikişîne ser şerê taybet a li dijî jinan û polîtîkayên bêcezakirinê yên darazê.
 
Asmin Baran di nivîsa xwe ya bi sernavê "Dijminatiya bi sedsalan a dewletê ya li hemberî kurdan" de bal kişand ser zilma ku ji salên 90'î û vir ve berdewam dike û bi taybetî jî ambargoya li ser gundan.
 
Hûn dikarin ji vir bigihîjin tevahiya kovarê.