Kovara Jin bi berga 'Hûn nikarin jinan teslîm bigirin' derket 2024-08-18 10:16:34     STENBOL - Hejmara nû ya Kovara Jin bi berga "Hûn nikarin jinan teslîm bigirin" derket.    Hejmara 77'an a Kovara Jin derket. Kovar di vê hejmarê de balê dikişîne ser êrîş û desteserkirina mafên jinên Kurd ên bi polîtîkayên şerê taybet. Kovar balê dikişîne ser şer û bandora wê ya li ser jinan û bi taybet binpêkirinên mafan ên ku jinên Kurd ji ber şer rû bi rû dimînin.   Ruşen Seydaoglû di gotara xwe ya bi sernavê "Şerê bê dewlet, bêcezakirin û rêbazên berxwedanê yên jinan" de balê dikişîne ser alîgiriya darazê û polîtîkayên bêcezakirinê yên sûcên li hemberî jinan tên kirin.   Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:   "Oya Açan, di gotara xwe ya bi sernavê "Hûn nikarin jinan teslîm bigirin!" de behsa polîtîkayên şerê taybet ên di dîrokê de dike û balê dikişîne ser polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jin û ciwanên Kurd tên meşandin.   Eylem Saruca di gotara xwe ya bi sernavê "Li dijî tundiya zayendîparêz berxwedaneke birêxistinkirî" de balê dikişîne ser berxwedana ku jinan li dijî newekheviya zayendî û şîdetê di pêvajoya dîrokî de pêş xistiye.   Gulan Çagîn Kalelî di gotara xwe ya bi sernavê "Pergala darazê ya Tirkiyeyê amûra şerê taybet" de balê dikişîne ser şerê taybet a li dijî jinan û polîtîkayên bêcezakirinê yên darazê.   Asmin Baran di nivîsa xwe ya bi sernavê "Dijminatiya bi sedsalan a dewletê ya li hemberî kurdan" de bal kişand ser zilma ku ji salên 90'î û vir ve berdewam dike û bi taybetî jî ambargoya li ser gundan.   Hûn dikarin ji vir bigihîjin tevahiya kovarê.