Hefteya Çanda Kurd li Belçîkayê bi çalakiyên hunerî dewam dike

  • 10:05 18 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel Kurdistaniyan, welatiyên Belçîkî jî bi baldarî çalakiyên Hefteya Çanda Kurd dişopînin.
 
Hefteya Çanda Kurd a 8'emîn li paytexta Belçîka Brukselê bi coşeke mezin dewam dike.
 
Kurdên ji 4 aliyên Kurdistanê, di hefteya çandê de hatin gel hev. Festîvala ku di 15'ê Tebaxê de li qada Place de Bourseyê bi meşa çandî ya li ber dahol û zirneyê destpê kir, bi coşeke mezin dewam dike.  
 
Doh jî bi pêşandana cil û bergên Kurdî û derketina hunermendên weke Xelîl Sadiqî, Dahol û Zirne, Hozan Seid, Kemençe û koroya hunermendan bi stranên gelêrî yên dengbêjî, hin komên biyanî jî derketin ser ser dikê û gel bi stranên xwe coşandin.
 
Hunermendên tevlî festîvalê bûn, beriya bistirên bang li gelê Kurd kirin ku bi xurtî xwedî li çand, ziman û hebûna xwe derkeve.
 
Di hefteya çandê de ji bo nasandina çand, huner û kelepûrên Kurdî  gelek kesî serdana konê çandê kirin.
 
Her wiha li gel xwarinên herêmî yên Kurdistanê gelek pirtûk jî di standan de hatin nîşandan.
 
Roja sêyemîn a hefteya çandê herî dawî jî bi strana "Çerxa Şoreşê" û bi dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî', 'Bijî berxwedana gerîla', 'Bijî Rêber Apo' heta saet 21:00 dewam kir.
 
Hefteya çandê wê îro bi dawî bibe.