Hefteya Çanda Kurd li Belçîkayê bi çalakiyên hunerî dewam dike 2024-08-18 10:05:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel Kurdistaniyan, welatiyên Belçîkî jî bi baldarî çalakiyên Hefteya Çanda Kurd dişopînin.   Hefteya Çanda Kurd a 8'emîn li paytexta Belçîka Brukselê bi coşeke mezin dewam dike.   Kurdên ji 4 aliyên Kurdistanê, di hefteya çandê de hatin gel hev. Festîvala ku di 15'ê Tebaxê de li qada Place de Bourseyê bi meşa çandî ya li ber dahol û zirneyê destpê kir, bi coşeke mezin dewam dike.     Doh jî bi pêşandana cil û bergên Kurdî û derketina hunermendên weke Xelîl Sadiqî, Dahol û Zirne, Hozan Seid, Kemençe û koroya hunermendan bi stranên gelêrî yên dengbêjî, hin komên biyanî jî derketin ser ser dikê û gel bi stranên xwe coşandin.   Hunermendên tevlî festîvalê bûn, beriya bistirên bang li gelê Kurd kirin ku bi xurtî xwedî li çand, ziman û hebûna xwe derkeve.   Di hefteya çandê de ji bo nasandina çand, huner û kelepûrên Kurdî  gelek kesî serdana konê çandê kirin.   Her wiha li gel xwarinên herêmî yên Kurdistanê gelek pirtûk jî di standan de hatin nîşandan.   Roja sêyemîn a hefteya çandê herî dawî jî bi strana "Çerxa Şoreşê" û bi dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî', 'Bijî berxwedana gerîla', 'Bijî Rêber Apo' heta saet 21:00 dewam kir.   Hefteya çandê wê îro bi dawî bibe.