Cenazeyê Leyla Aykût radestî malbata wê hat kirin

  • 20:32 13 Tebax 2024
  • Rojane
WAN - Cenazeyên Leyla Aykût a YJA-STAR’î û Nadîr Bûdancer (Alan Malazgîrt) ê HPG’yî radestî malbatên wan hatin kirin.
 
Cenazeyên endama YJA-STAR’ê Leyla Aykût û endamê HPG’ê Nadîr Bûdancer (Alan Malazgîrt) ku du meh beriya niha di encama êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn, radestî malbatên wan hatin kirin. 21’ê hezîranê canezayên Leyla Aykût û Nadîr Bûdancer biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî diyarbûna encama DNA’yê ku mehek beriya niha malbatan xwîn dabû, cenazeyên Aykût û Bûdancer ji hêla malbatên wan ve ji Goristana Bêkesan a Serê Solan a Colemêrgê hatin hilgirtin. Cenazeya Leyla Aykût ber bi Elkê ve û cenazeyê Bûdancer jî ber bi gundê Toraka yê navçeya Malazgîr a Mûşê ve bi rê ketin.