Rojnameya Xwebûn bi manşeta '24 saet bû 40 sal' derket

  • 09:02 12 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 243’yan a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “24 saet bû 40 sal” derket. Rojnameyê bal kişand ser salvegera 15’ê Tebaxê û têkoşîna 40 salên a Tevgera Azadiyê. 
 
Hejmara 243’yan a Rojnameya Xwebûn derket. Rojnameyê bi manşeta “24 saet bû 40 sal û bal kişand ser 40’emîn salvegera15’ê Tebaxê. Rojnameyê di surmanşetê de jî bi sernavê kirmanckî yê “Xoverdayoxêko Farqînij: Egîd” cih da têkoşîna Egît. 
 
Rojnameyê di rûpela jin de jî bi sernavê “Girîngiya zimanê dayikê” cih da nivîsa Nivîskar Nalîn Aslan. Nalîn Aslan li ser rol û rista zimanê zikmakî û fêrbûna zarokan a zimanê dayikê radiweste. 
 
Rojnameyê di rûpel 3 de ji cih da nûçeya der barê qetilkirina jinan a li Îranê û têkoşîna jinan.