Jinan komkujiyên li Dêrezorê şermezar kirin

  • 20:48 11 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan komkujiyên li gundê Dehle û Cidêdet Begara şermezar kirin û bi gotin: “Em ê destkeftiyên şoreşa xwe ku bi saya xwîna bi deh hezaran şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin” xwestin hesab ji berpirsan were pirsîn.
 
Bi dehan jin û Kombûna Jinan a Zenûbiya û Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin, komkujiyên li gundê Dehle û Cidêdet Begara ji aliyê çekdarên Dîfa El Wetenî û yên hikumeta Şamê ve hatin pêkanîn, şermezar kirin.
 
Meclisên Kombûna Jinan a Zenûbiya li kantonên Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqayê daxuyaniyek hevbeş dan.
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Hikumeta Şamê ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê de gelê herêmê bi kuştin, revandin û koçberkirinê re rû bi rû hiştibû dixwaze herêmê bixe bin kontrola xwe. Hêzên vê herêmê di oxira rizgariya ji çeteyên DAIŞ’ê de bi hezaran şehîd dane.”
 
‘Em ê bi yekitiyê ewlehiya herêmên xwe mîsoger bikin’
 
Di daxuyaniyê de komkujiyên li Dehle û Cidêdet Begar hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku sivîl bi zanebûn hatine hedefgirtin û bang li civata navneteweyî hat kirin ku hesab ji êrişkeran bipirsin û wiha hat gotin: “Em ê bi hemû hêzên xwe, bi hevgirtin û yekitiya xwe ewlehiya herêmên xwe mîsoger bikin. Em ê bi yekrêzî li hemberî tevahî gef û xetereyan bisekinin. Em ê nehêlin destên xirab bi herêmên me bilîzin. Em ê destkeftiyên şoreşa xwe ku bi saya xwîna bi deh hezaran şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî xwişk û biratiya gelan" û "Na ji qetilkirina sivîlan re" bi dawî bû.
 
‘Êriş ji bo derxistina nakokiyan e’
 
Bi heman armancê Meclisa Jinan a Sûriyeyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li bajarê Reqayê bi amadebûna endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Idlib El Xedra hat xwendin.
 
Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Jinan a Sûriyeyê Hîba Mihemed ve hat xwendin û hat diyarkirin ku armanca êrişên li ser Dêrazorê derxistina nakokiyan di navbera gelên herêmê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. Di serî de jin û rûspî bang kir ku li dijî êrişan hişyar bin û pê neyên xapandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku aloziya Sûriyeyê tenê bi riya diyalogên navxweyî pêkan e.