7’emîn Mîhrîcana Zarokan li Kobanê dest pê kir

  • 13:50 10 Tebax 2024
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê 7’emîn Mîhrîcana Zarokên ya kantona Firatê ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê hat li dar xistin dest pê kir.
 
Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê, îro dest bi 7’emîn Mîhrîcana Zarokan a li ser asta kantona Firatê kirin. Mîhrîcana ku dê du rojan berdewam bike, bi dehan komên zarokan ên stran, govend, şano û helbestan tê de cih digrin.
 
Mîhrîcandi bin dirûşma “Em Zarokên agir û rojê bi çand û hunera xwe tecrîdê têk bibin serokê xwe hembêz bikin” li navenda Çand û Hunera Baqî Xido hat lidarxistin, bi sedan zarokên bi cil, berg û xemla xwe ya kurdewarî û malbatên wan amade bûn.
 
Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rêvebera Hîlala Zêrîn Fatma Xelîl axivî.
 
Fatma Xelîl wiha got: “Weke Tevgera Hîlala Zêrîn em 7’emîn Mîhrîcana Zarokan pîroz dikin û dibêjin em ê vê tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin. Armanc bi vê mîhrîcanê ew e ku em ruhê zarokan zindî bikin, çawa ku dayik di serdema civaka xwezayî de li çanda xwe xwedî derketin, wê zarok jî li çand û hunera xwe xwedî derkevin û bi pêş bixin. Lewre em dibêjin û em ê her dem bibêjin zarok jiyan e ,wê zarok hebin û her dem hebin.”
 
Pişt re li gorî bernameya roja yekem a mîhrîcanê komên Şehîd Mizgîn, Şehîd Şîlan, peymangeha Vejîn, koma Şehîd Mustefa, Şehîd Esmer, Şehîd Viyan û kulîlkên çandê stran, şano û govend pêşkêş kirin. Zarokan bênavber govend gerandin û dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.
 
Hat payîn ku dê di roja duyemîn de komên peymangeha Vejîn, koma Şehîd Sakîne, Şehîd Xabûr, Şehîd Delîla, Keskesor, Şehîd Sorxwîn, Şehîd Mustefa, Şehîd Ararat û Şehîd Ronahî Bawer hunera xwe pêşkêş bikin.