Ji Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat ji bo ajansa me spasname

  • 10:47 10 Tebax 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Encama Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Denîz Firat duh hat diyar kirin û xelatên kesên di pêşbirkê de bi ser ketin hatin dayîn.  Komiteya amedekar a pêşbirkê ji bo ajansa me JINNEWS'ê jî spasnameyek da.  
 
Rojnamevan Denîz Firat di 8’ê tebaxa 2014’an di encama êrişa DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da. Bi vê boneyê ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ve şeş sale Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat tê lidarxistin. 6’emîn Pêşbirka Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat diyariyê “Şehîd Sara Hogir Riha, Bîşeng Birûsk û Seyîd Evren” hate kirin. 
 
Duh ji bo dayîna xelatan bernameyek hat lidarxistin. Malbata Denîz Firat, beşdarvanên pêşbirkê, endamên jûriyê, nûnerên saziyan û bi sedan mêvan tev li bûn. Ajansa me JINNEWS jî hejayê spasnameyê hat dîtin. 
 
Di spasnameyê de wiha hat gotin: "Di nav xebatên me yên pêşbirkê de gelek kes, sazî û dezgehên taybet alîkariya me kirin. We jî wek sazî alîkariyek baş da me. Em wek komîteya amadekar; ji bo tevahiya alîkariyên we dayî me, em spasiya we dikin."