Şêniyên Hecînê ji bo xelkê Dêrazorê dadikeve qadan

  • 16:15 9 Tebax 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Hecînê êrişên hikumeta Şamê yên li dijî rojhilatê Dêrazorê û komkujiyên li gundê Dehle û Cidêd Bagara şermezar kirin.
 
Şêniyên bajarê Hecîrê li pêşiya nexweşxaneya giştî ya Hecînê kom dibin ji bo ku êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Watanî" yên li dijî kantona Dêrazorê û komkujiyên li gundê Dehle û Cedêd Bagara rû dane, şermezar bikin.
 
Nûçegihanê me da zanîn ku xwepêşandan, dê saet 4:00'an dest pê bike.
 
Hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Watanî" bi çekên giran û moşekan rojhilatê Dêrazorê topbaran kirin. Di encamê de 13 sivîl şehîd bûn û 12 din birîndar bûn. Her wiha merasima oxirkirina şehîdan li goristana gundê Dehleyê jî hedef girtin.