Şêniyên Hecînê ji bo xelkê Dêrazorê dadikeve qadan 2024-08-09 16:15:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên bajarê Hecînê êrişên hikumeta Şamê yên li dijî rojhilatê Dêrazorê û komkujiyên li gundê Dehle û Cidêd Bagara şermezar kirin.   Şêniyên bajarê Hecîrê li pêşiya nexweşxaneya giştî ya Hecînê kom dibin ji bo ku êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Watanî" yên li dijî kantona Dêrazorê û komkujiyên li gundê Dehle û Cedêd Bagara rû dane, şermezar bikin.   Nûçegihanê me da zanîn ku xwepêşandan, dê saet 4:00'an dest pê bike.   Hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Watanî" bi çekên giran û moşekan rojhilatê Dêrazorê topbaran kirin. Di encamê de 13 sivîl şehîd bûn û 12 din birîndar bûn. Her wiha merasima oxirkirina şehîdan li goristana gundê Dehleyê jî hedef girtin.