'Em ê her şopdarên Denîz Firat bin'

  • 09:04 9 Tebax 2024
  • Rojane
 
Rojîn Hebabî 
 
ŞENGAL - Rojnameger Bêrîvan Çiya ya di 10’emîn salvegera şehadeta Denîz Firat de axivî û diyar kir ku dê her tim û li her derê li ser şopa Denîzan bin û bibin dengê rastî û heqîqetê.
 
Rojnameger Denîz Firat 10 sal berê yanî di 8’ê Tebaxa 2014’an de li Wargeha Penaber a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da. Denîz dema jiyana xwe ji dest dabû kameraya wê di destê wê de bû û wehşeta çeteyan ji raya giştî ya cîhanê re radigihand. Denîz hem bi têkoşîna xwe hem jî bi rojnamegeriya xwe mîraseke girîng ji şopdarên xwe re hişt. Denîz a ku ala ragihandina rastiyê ji Gurbetellî Ersoz û Apê Mûsayan hilgirtibû, wekî wan li ser rêya heqîqetê bû cangoriya çapemeniya azad. Niha îro jî bi dehan şopdarên Denîz bi kamera û penûsa Denîz wekî wê li dû heqîqetê ne û rastiyan ji hemû cîhanê re radigihînin. 
 
Rojnameger Bêrîvan Çiya jî yek ji wan şopdaran e ku li ser şopa Denîzan dimeşe û rastiya civaka êzidî û hovîtiya DAIŞ’ê ya li hemberî civaka xwe radigihîne hemû cîhanê.  
 
Di salvegera 10’emîn a şehadeta Denîz Firat de rojnameger û pêşkêşvana Çira TV Bêrîvan Çiya ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dê li ser şopa Denîzan her dem dengê rastî û heqîqetê bin.
 
'Rojnamegerên di xeta azadiyê de dimeşiyan bûn hedef'
Rojnemevan Bêrîvan Çiya da zanîn ku ew şopdarên Şehîd Denîz in û wiha got: “Di kesayeta Şehîd Denîz de em hemû şehîdên rêya azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe bi rêzdarî li ber wan ditewînin. Mixabin Şehîd Denîz ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate hedefgirtin û gihişt şehadetê. Ji ber ku Şehîd Denîz li çeperên şer yek bi yek digeriya û rastiya çeteyan ji raya giştî re aşkera dikir, hate hedefgirtin û şehîdxistin. Bi dehan hevalên rojnemevan ku ji bo aşkerakirina rastiyê di xeta azadiyê de dimeşiyan hatin hedefgirtin û şehîdkirin. Her dem dengê rastiyê û rengê rastiyê li ku derkeve li wir rojnemevanên heqîqetê hene. Lê mixabin dijminên kokê jî berê xwe didin wî cihî ji bo ku dengê heqîqetê tune bikin.” 
 
‘Li dijî rojnemevanan şerekî taybet tê meşandin’
 
Bêrîvan Çiya bal kişand ser şerê taybet ku li dijî rojnemevanan tê meşanidn û ev tişt anî ziman: “Dijminê kor ger wisa dizane ku bi şehîdkirina rojnamegeran emê gavê paşde biavêjin, wê demê ew şaş in. Her şehîdek ji bo me dibe hêza rastî û heqîqetê. Em di kesayeta heval Denîz de soza xwe dubare dikin û em soz didin ku em ê her dem dengê rastî û heqîqetê bin. Mixabin niha li ser ragihandinê şerekî taybet didin meşandin, ciwanan ber bi popîlîzmê ve dixwazin bibin. Yan bi rêya pereyên zêde û bi şêwazên cûda cûda dixwazin endamên ragihandina azad ji kar û xebatên wan dûr bixînin. Lê rojnemevanên rast ew e ku mirov deng û rengê gelê xwe û yê rastiyê be.” 
 
'Em ê her şopdarên Denîz Firat bin'
 
Her wiha Bêrîvan Çiya bal kişand ser êrîşên li ser rojnamegerên jin û da zanîn ku êrîşek taybet li ser rojnemevanên jin jî tê meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rengê jina azad rengê civaka azad e. Di Şengalê de dema ku dibêjin rojnemevan, jinên rojnemevan tên bîra me ji ber ku herî zêde jin di nava vî karî de cih digrin. Ne tenê li Şengalê li her derê hejmara zêde ya rojnemevanan jin in. Ev jî sedema yekem e ku deng û rengê ku ji ragihandina me derdikevin têr û tijî hest û heqîqet in. Bêguman li kêleka vê jî êrîşên taybet li ser me hene. Bername û dîmenên me bi şêwazên cûda tên belavkirin. Her jineke rojnemevan bila ji bîr neke ku em li ser şopa Denîz û Nûjiyanan e, ji bo wê jî em ê her dem dengê rastiyê bin û li hemberî şerê taybet bisekinin. Dubare em şehîd Denîz ku mamosteya me ye bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe ya heta dawiyê ragihandina rastiyê didin. Em ê her şopdarên Denîz Firat bin”