ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2024'AN

  • 09:00 9 Tebax 2024
  • Rojev
 
*Rojnameger Bêrîvan Çiya ya di 10’emîn salvegera şehadeta Denîz Firat de axivî û diyar kir ku dê her tim û li her derê li ser şopa Denîzan bin û bibin dengê rastî û heqîqetê.
 
*Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul, anî ziman ku gel 10 sal in ji ber qeyûm talan dike, nikarin bên şaredariyê û pirsgirêkên xwe vebêjin, Şadiye got:"Qeyûm pergala talanê ye." DÎMEN HEYE
 
*Yek ji zirarên mezin a li ser jinan întîxar û xweşewitandin e. Aborî û pirsgirêkên civakî bû sedema mirin û mayînê. Ne jin tenê mêr jî ji ber krîza aborî, civakî dawî li jiyana xwe tînin. Ji ber tundî, şer, depresyonê xweşewitandin û întîxar zêde dibe. Jinan teşwîqê întîxaran dikin. Di bin navê ol û mezhebê de qada jiyana jinan teng bûye. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
*Di ser qetilkirina Ekîn Wan re 9 salan derbas bûn lê belê di nava van 9 salan de lêpirsîna der barê kesên cenazeyê wê teşhîr kirin de bi pêş neket. Piştî 9 salan careke din derket holê ku daxuyaniya walîtiyê ya serdemê ya ku li dijî kesên ku dîmen parve kirine hatibû dayin, tenê ji bo bêdengkirina raya giştî hatiye dayin. 
 
* Endama Lijneya Hiqûqê ya EGEÇEP'ê Parêzer Îpek Sarica, têkildarî pirsgirêkên ekolojîk ên li Tirkiye û Kurdistanê tên jiyîn û zextên darazê yên li ser têkoşîna ekolojiyê axivî, diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê sûcên ekolojîk tên kirin û diyar kir ku ev sûc bi armanca qezenckirinê tên kirin. DÎMEN HEYE